Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hat redkirin
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hat redkirin
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hat redkirin
Serlêdana Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina hefteyî bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk bîne, dîsa bi hinceta keştî xerabe ye hat redkirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina heftayî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan disa bi hinceta keşti xerabe ye hat redkirin. Balkêş e ku keştiya rayedaran got xerabe ye duh birayê Ocalan Mehmet Ocalan bir Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran hat redkirin û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.