Hevdîtina Hikûmet-HDP’ê sibe ye
Hevdîtina Hikûmet-HDP’ê sibe ye
Hevdîtina Hikûmet-HDP’ê sibe ye
Serokwekîlê Koma HDP’ê û endamê Heyeta Îmrali ya HDP’ê Îdrîs Balûken beriya hevdîtina sibe ya bi hikûmetê re got ku der barê Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî rojevê wê helwesta hikûmetê di hevdîtina sibe de fêr bibin û got, "Hikûmet li hember vê pêşnivîsê helwesteke çawa ya siyasî nîşan bide girîng e.”
Heyeta Îmrali ya HDP’ê, wê hevdîtina ku diviyabû hefteya buhrî bi Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan re li dar xistiba, ji ber karê wî yê zêde hatibû taloqkirin, sibe pêk bîne. Di hevdîtinê de rojeva esasî wê Pêşnivîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê be. Êrîşa DAIŞ’ê ya ji Deriyê Sînor a Murşîtpinar pêk anî û girtinên zêde yên li herêmê jî wê di rojevê de bin.
Beriya hevdîtina sibe Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken ê ji ANF’ê re axivî bibîr xist ku piştî ji Girava Îmrali vegeriyan bi endamên Desteya Çareseriyê re hatine gel hev û got, "Niha divê em bi hikûmetê re jî hevdîtinê pêk bînin. Hefteya buhrî civîn hat taloqkirin, hatibû gotin ku mimkun e roja Duşemê hevdîtin pêk bê. Hê agahiyeke fermî nehatiye. Lê bi îhtîmaleke mezin wê sibe hevdîtin pêk were.”
Balûken diyar kir ku wê rojeva esasî ya hevdîtinê Pêşnvîsa Pêvajoya Muzakereya Aştî û Demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkeş kiriye be û wiha dewam kir, "Bi vê hevdîtinê re em ê hewl bidin fêr bibin bê hikûmet çava nêzî pêşnivîsê dibe, ji niha û şûn ve wê çawa nêzî pêvajoyê bibe zelal bikin. Mijara hikûmet li hember vê pêşnivîsê helwesteke çawa ya siyasî nîşan bide girîng e.”
BINÇAVKIRIN Û GIRTIN WÊ BÊN AXAFTIN
Balûken anî ziman ku wê binçavkirin û girtinên li herêmê rû didin jî bînin rojeva xwe hevdîtinê û wiha got, “Wek li hember xwepêşandanên civakî, kiryara teroreke polîsan a bi guleyên rastî êrîş dikin heye. Duh li Geverê civanekî 17 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.”
Balûken, bibîr xist ku wê polîtîkaya hikûmetê ya li hember Kobanê jî bînin rojevê û di vê mijarê de jî wiha axivî: "Têkildarî êrîşa DAIŞ’ê, ji herêmê agahiyên ku ji parlamenterên li sînor in hene, weke di dîmen û wêneyên derketine holê têkiliya Tirkiye ya bi DAIŞ re rastî nerazîbûnan tê.”
Balûken da xuyakirin ku piştî hevdîtina bi hikûmetê re wê li Qendîlê bi rêveberên KCK’ê re hevdîtinê pêk bînin û got, "Piştî hevdîtina bi Qendîlê re jî encamên derkeve holê em ê bi raya giştî re parve bikin.”