Hevdîtina HDP-Barzanî destpê kir

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî yê li Enqereyê ye, bi heyeta HDP’ê re hatin cem hev.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî yê li Enqereyê ye, bi heyeta HDP’ê re hatin cem hev.

Di hevdîtinê de wê rojevên wek çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoya çareseriya demokratîk, têkîlîyên di nav Kurdan de bên bidestgirtin.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî duh çibû Enqereyê, li wir bi MÎT, Serokkomar û Serokwezîr re hatibûn cem hev. Barzanî piştî hevdîtinên bi rayedarên Tirk re, li Otela Marrîott bi heyeta HDP’ê re hatin cem hev.

HDP’e bi heyeteke berfireh tevlî hevdîtinê bû. Di heyeta di seroktiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de parlamenter Osman Baydemîr, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Leyla Zana, Cîgirê Hevserokê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur û Hevserokê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk cih girt.

Di hevdîtinê li cem Barzanî jî Sefîn Dizaî, Fûad Huseyîn cih girtin.

Di hevdîtinê de HDP’e wê ji Barzanî bixwaze ku ji bo di navbera Kurdan têkîlî berfireh bibin rolekê bilîze.