Hevdîtina bi Ocalan re hat taloqkirin
Hevdîtina bi Ocalan re hat taloqkirin
Hevdîtina bi Ocalan re hat taloqkirin
Hevdîtina ku îro çavlirê bû heyeta HDP’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, taloqî 30’ê Îlonê roja Sêşemê hat kirin.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir hevdîtina îro çavlirê bû heyeta HDP’ê li Girava Îmralî pêk bîne “ji ber sedema hewaya xerab taloqî 30’ê Îlonê roja Sêşemê hat kirin.”
Heyeta HDP’ê di rojên buhrî de çûbû Qendîl û hevdîtineke 2 rojan pêk anîbû û piştî wê bi rayedarên hikûmetê re hatin gel hev.
Hefteya buhrî jî KCK’ê bi taybet bal kişand ser helwesta hikûmetê ya di mijara çeteyên DAIŞ de û ev daxuyanî dabû: “Êrîşa li hemberî Kobanê rewşa agirbestê li holê nehiştiye.”
Piştî van hemû pêşketinan daxuyaniyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide pir tên meraqkirin.