Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate taloqkirin!
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate taloqkirin!
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate taloqkirin!
Hate diyarkirin ku hevdîtina diviyabû îro di navbera heyeta HDP’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk bihata hatiye taloqkirin.
Dihat payîn ku roja Yekşema buhrî hevdîtin bên kirin lê bi hinceta rewşa hewayî hevdîtin taloqî îro hatibû kirin. Îro jî destûr nehat dayîn.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hevdîtina heyeta HDP’ê ya bi Îmraliyê re taloqî 1’ê Cotmeha 2014’an roja Çarşemê hate kirin. Heyet sibê wê biçe.
Heyet di rojên buhrî de çibû Qendîlê û hevdîtineke du rojan pêk anî bû û piştre jî bi rayedarên hikûmetê re hatibû cem hev.
Hefteya buhrî KCK’ê helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxandibû û diyar kiribû ku dema êrîşa Kobanê li holê be rewşa bêpevçûnê nemaye.
Li ser van hemû geşedanan gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meraqkirin.