Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê dozgeriyê dîsa serdana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" serdana parêzeran red kir.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriya komarê serledana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" red kir.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 559 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 156 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.