Hevdîtina bi Ocalan re careke din hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re careke din hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekkîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê parêser dîsa rastî astengiya keştiya xerabe hatin.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Huseyin Bogatekin ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedaran disa bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan parêzeran. Roja pêncşemê li gel ku rayedaran hinceta "Rewşa hewayê nebaş e" nîşan dabûn jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) heyetek ava kir û çûbûn li Îmraliyê lêkolîn kiribûn.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 545 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 151 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.