Hevdîtin li girtiyên jin û malbatên wan hate qedexekirin

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê, li girtiyên jin 3 meh cezayê hevdîtinê hate birîn.

Zext û êşkenceya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser girtiyan dewam dike. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê lêgerîna di asta destdirêjiyê de, qedexeya hevdîtinê, qedexeya axaftina bi telefonê, serdegirtina koxûşan, desteserkirina nameyan, destwerdana fîzîkî, zexta psîkolojîk, qedexeya pirtûk, kovar û rojnameyan li girtiyên jin ên siyasî têne ferzkirin. Bi hinceta ku malbatên girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di 26'ê Cotmeha 2022'an de binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê şermezar kirin, 3 mehan hevdîtin hate qedexekirin. Her wiha ji ber ku girtiyên jin li ser binpêkirinên mafên mirovan agahî dan malbat û parêzerên xwe, hatin cezakirin. Girtiyên jin ji ber ku agahî dane, bi mehan hevdîtin li wan hatiye qedexekirin.

Malbatên girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê ragihandin ku zextên li girtîgehê zêde bûne. Ji xizmên girtiyan ku ji bo zext zêdetir nebin nexwest navê xwe eşkere bike, li ser mijarê got, "Malbatan 26'ê Cotmehê di hevdîtina bi girtiyan re li dijî zextan dirûşm qîriyan. Li hemû girtî û malbatên girtiyan ên wê demê û wê hefteyê hevdîtin kirin, cezayê hevdîtinê hate birîn. 3 meh in destûr nayê dayin ku girtî hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. Binpêkirina mafên mirovan li girtîgehê gelekî zêde bû. Lêgerîna bi tazîkirinê, destdirêjî, serdegirtina li koxûşan, bêparhiştina ji mafê tenduristiyê, xwarina neçê, pirsgirêka ava germ û paqij, qedexeya axaftina bi telefonê û hevdîtinê, qedexeya li ser rojname, kovar û pirtûkan dewam dikin.

Her wiha axaftina li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê û agahîdayina ji deverên pêwîst re bûye sûc. Ceza li gelek hevalên me hate birîn ji ber ku li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan axivîne. Ji bo cezayên nû li hevalên me neyên birîn, dema ku agahiyê didin derve em nikarin navê girtiyan û malbatên wan bidin. Bi navê malbatên girtiyan ji bo dawî li vê zextê û binpêkirina mafên mirovan bê anîn bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."