Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglû: Li dijî faşîzmê divê em eniya yekbûyî ava bikin

Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû destnîşan kir, ku faşîzmê li Tirkiyeyê xwe bi sazî kiriye û got, şert e li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî were avakirin.

Di dawiya vê hefteyê de 7. Civata Giştî ya Asayî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hate lidarxistin. Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin û nexşerêyek hat destnîşankirin. Ji bo Hevberdevkiya HDK'ê jî Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû hatin hilbijartin.

Hamzaoglû ku beriya niha bi demeke kurt di encama biryarnameya AKP'ê de ji karê xwe yê li Zanîngeha Kocaeliyê bû, ji ber ku mora xwe danî binê belavoka Akademîsyenên ji bo Aştiyê, hatibû binçavkirin.

Prof. Dr. Hamzaoglû piştî civata giştî ya HDK'ê, rewşa dawî ya siyasî ji ajansa me re nirxand.

Hamzaoglû da xuyakirin, ku rêxistinbûnên siyasî yên li Tirkiyeyê naxwazin analîza siyasî ya roja îro bikin û got, "Dema ku di dîroka siyasî ya cîhanê de faşîzm li ser kar bû, ev yek rêxistinbûneke siyasî ye. Di heman demê de organîzasyoneke dewletê ye. Lê belê ji nava kapîtalîzmê, li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê derket holê. Asta pîşesaziyê ya li Elmanyayê cuda bû, li Îtalyayê gelekî cudatir bû. Lê me heman mesele dîtin. Şaş e ku mirov vê yekê weke rûdana êrîşkariya di xwezaya mirovan de heye, nîşan bidin. Kapîtalîzmê ev yek yekser weke modeleke dewletê ji bo eciqandina çîna bindest, ji bo mezinkirina sermayeyê bi kar anî."

Prof. Dr. Hamzaoglû bibîr xist, ku pêkanînên vê yekê li Elmanya, Îtalya, Arjantîn, Şîlî û Meksîkayê ji hev cuda bûn û bal kişand ser pekanînên heyî yên li Tirkiyeyê. Hamzaoglû got, "Tevî pêkanînê heyî eger mirov rabin bêjin 'Filan tişt pêk nehat, lewma li Tirkiyeyê faşîzm nîne' hingî ev tê wateya korbûna siyasî. Ev jî tê vê wateyê: dema me tespîta faşîzmê kirin, tişta divê were kirin jî diyar e. Hûn neçar in eniyekê ava bikin."

Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû da zanîn, ku di rewşa heyî de faşîzmê xwe li Tirkiyeyê bi sazî kiriye û ev nirxandin kir: "Cudahiya navbera hêzan nema ye, hemû hêz bûne yek. Tiştekî weke hiqûqê nema ye. Dema mirov qala çîna karkeran dikin, divê êdî weke sendîkayên karkeran neyên fêhmkirin. Gelo akademîsyen, mamoste ne karker in? Dema mirov ne tenê li ser karkerên li kanan û pîşesaziyê daxivin, hingî tê dîtin ku êrîşeke zelal li dijî çîn û rêxistinên karkeran heye. Sendîkayên cemaweriyê bi temamî di hedefê de ne. Êrîşên li dijî KESK, TTB, TMMOB'ê li pêş çavan e."

Hamzaoglû destnîşan kir, ku faşîzm îro bi hemû saziyên xwe li Tirkiyeyê hatiye rûniştandin û got, "Ji dema şîdeta û zordariya şexsî derbas bûye. Êdî veguheriye sîstemê. Armanc jî çareserkirina krîza kapîtalîzmê ye. Ya ku di vir de bê kirin jî avakirina eniyekê ye. Heta ku rêxistinbûnên siyasî yên li Tirkiyeyê bên qanihkirin, lazim e yekîtiya çalakiyan her li pêş be. Ev yek wê hem peyameke girîng bide gel, hem jî saziyan nêzî he bike."

Prof. Dr. Hamzaoglû bibîr xist ku di 20'ê Mijdarê de wê li Kartal a Stenbolê mîtîngek were lidarxistin û got, "Bi dîtina min 20'ê Mijdarê gava destpêkê ya vê yekê ye. Weke şexs ez gelekî pê bi heyecan im. Ji bo serdemeke nû ya li Tirkiyeyê, 20'ê Mijdarê dikare bibe destpêkek."