Hevberdevkê HDKP'ê Şenoglû û gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Di operasyonên qirkirina siyasî de Hevberdevkê hDK'ê Sedat Şenoglû jî di nav de 10 kes hatin destgîrkirin.

Li dijî endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) îro serê sibehê operasyonên destgîrkirinê hatin kirin.

Di serdegirtinan de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, endamên Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Çîçek Otlû, Mûstafa Nacî Toper, Volkan Ûyar, Selver Orman û Îlke Başak Baydar, endamên partiyê Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari û Îlhan Aslan hatin destgîrkirin.

Her wiha nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Serdal Işik jî di çarçoveya dosyayeke cuda de hate destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.