Hevalên wê qala Sosyalîst Şîlanê kirin
Muzeyyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan) a ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, hevalên wê qala wê kirin. Hevalên wê diyar kirin ku ew di jiyana xwe de her dem evîndarî sosyalîzm û îdealên xwe bû.
Muzeyyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan) a ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, hevalên wê qala wê kirin. Hevalên wê diyar kirin ku ew di jiyana xwe de her dem evîndarî sosyalîzm û îdealên xwe bû.
Muzeyyen Palabiyik a ku li navçeya Turkoglû ya Mereşê ji dayîk bû, hê 3 salî bû malbata wê koçî Îzmîrê dike. Ji ber ku malbata wê, malbateke polîtîk e, Şîlan di temenekî biçûk de fikrên şoreşger nas dike.
Palabiyik di ciwaniya xwe de PKK’ê nas dike û li Tirkiyeyê xebatan dimeşîne. Ji ber xebatên xwe gelek caran tê destgîrkirin û girtin. Palabiyik di salên 2000’î de tê Elmanyayê û têkoşîna xwe li vê derê didomîne. Palabiyik li vê derê bi navê Sosyalîst Şîlan tê naskirin.
Palabiyik a ku beşeke zêde ya temenê xwe di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de diborîne, di 26’ê Nîsanê de li bajarê Lunenê yê Elmanyayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.
‘CIHÊ WÊ NAYÊ DAGIRTIN’
Muzeyyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan) piştî ku di salên 2000’î de heta Ewrûpayê, hevalên wê Şengê Kahraman, Avesta Aysel, Devrîm Arslan, Mûstafa Aksû, Jînda Denîz, Hatîce Aksû û Elîf Aksû ji ANF’ê re qala wê kirin.
Hevalên wê diyar kirin ku Şîlan “ Şoreşgereke bi îddîa û sosyalîsteke bi prensîb bû. Ew di temamiya temenê xwe de ji bo gel û têkoşînê jiya. Bawerî bi van nirxan dianî û ji bo vî tiştî dijiya. Ji mirovan hez dikir û keseke xwîngerm bû. Ji bo me cihê wê nayê dagirtin.”