Heşt saliya Yekîtiya Star tê pîroz kirin

Heşt saliya Yekîtiya Star tê pîroz kirin

Li Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Cindirisê ya Efrînê Yekîtiya Star civînek bi mûnasibeta heştemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Star lidarxist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir, pişt re Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî. Ehmed bal kişand ser van mijaran: "Bi pêşketina şoreşa azadiyê re jin giha mafên xwe, di têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê de jin jî xwedî rolek serekeye."

Herwiha Ehmed dazanîn ku jina Kurd ji bo azadiya gelê Kurd tevdigere, jina Kurd êdî di xebatên siyasî û rêxistinî de cih digre. Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: "Êdî jina Kurd xwedî vê hêzê ye ku dikare gelê xwe biparêze, ji ber ku hem di fikir û hem jî di warê çekdarî de xwe bi rêxistin kiriye. Jina Kurd rola xwe di hemû Rojhilata Navîn de digre."