'Heta ku tecrîd bi dawî nebe çalakiya me wê bidome'

Çalakiya dayikên berxwedêran a li ber girtîgeha Gebzeyê îro jî dom kir. Dayikan gotin; “Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me bidome.”

Çalakiya dayik û xizmên girtiyên berxwedêr ku ji bo balê bikêşin ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 44’an de bi biryardarî didome. Dayik li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gebzeyê li hev civiyan û Parlamentera HDP’ê yê Stenbolê Zuleyga Gulum, parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û gelek kesan piştgirî dan dayikan.

Dayik û xizmên girtiyan li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê bi wesayîtan ber ber bi girtîgehê ve ketin rê. Malbatab bi dirûşme û çepikan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan jî dor li dayikan girt. Polîsan ragihand ku çalakî ‘qedexeye’ lê dayik û xizmên girtiyan bi gotina “Ji bo ku zarokên me ne mirin em li vir in. Hûn qala kîjan qedexeyan dikin” nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Dayikan ragihandin ku heta tecrîd bi dawî nebe, grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.