Heta ku CPT biçe Îmraliyê wê çalakiya rûniştinê bidome

Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 12'an de ye. Ji komîteya amadekar Medya Botan got, heta ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin wê çalakiya wan bidome.

Botan bal kişand ser hevdîtinên heta niha bi CPT re hatine kirin û got, "Ji 23'ê Cotmehê û vir ve çalakiya me ya li ber avahiyên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) û Parlamenta Ewropayê dewam dike. Di nava vê demê de me bi CPT re 2 caran hevdîtin kir. Wekî din bi navê Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî hevdîtinek hate kirin."

Medya Botan diyar kir, ku nûnerên gelek saziyên Ewropayê şexsiyet, akademîsyen û hunermendên Ewropî ji bo piştgiriyê bidin wan bi sedan name ji CPT re şandine û bi bîr xist, ku çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar a bi beşdariya nûnerên 63 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl dest pê kir.

Medya Botan anî ziman, ku hevdîtinên wan heta niha bi CPT re kirine, bandoreke girîng kirine û destnîşan kir, ku zexta di vî warî de ya li ser CPT wê zêde bibe. Botan got, "Weke komîte me biryar dan ku vê yekê zêdetir bikin. Ji bo daxwazên me bi cih werin anîn, em ê bi konsepteke nû tevbigerin. Di vê çarçoveyê de bi sedan dosya radestî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û parlameteran hatin kirin. Radestî CPT û Parlamenta Ewropayê jî hatin kirin."

Endama Komîteya Amadekar Medya Botan ragihand, ku wê vî karê xwe zêdetir bikin û wiha dewam kir: "Bêguman em dixwazin ji agahdarkirinê wêdetir jî bikevin nava hewldanan. Heta ku daxuyaniyeke berbiçav ji me re bê dayin em ê di nava hewldanan de bin. Em dixwazin van hewldanên xwe bi giranî bi rengekî dîplomatîk û xwepêşandanên girseyî pêk bînin."

Botan destnîşan kir, ku armanc ji çalakiya wan encamgirtine û got, "Eger CPT neçe Rêberê me nebîne, parêzer nikaribin hevdîtinê bikin, hevdîtinên bi Rêbertî re bi rêk û pêk neyên kirin, em ê vê çalakiya xwe nesekinînin. Em ê bi rengekî bê dawî û bi awayekî hê girseyî dewam bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Botan bang li hemû Kurdistanî, şoreşger, demokrat, jin, ciwan û hemû welatparêzan kir û got, "Bila ev baş were zanîn; armanca me ya bingehîn kirina hevdîtinê bi Rêber Apo re ye. Mûxatabên me li vir in. Eger em li mûxatab digerin, niha li Strasboûrgê ye, Konseya Ewropa, CPT ye. Ji ber vê yekê em hevdu organîze bikin û tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin. Her kesên xwedî wijdan, di serî de jin û ciwan her kesên dilsozê Rêber Apo divê werin vê derê û dengê xwe bigihînin mûxataban."