Heta ku AKP erê neke qetlîamker nayên darizandin
AKP, ji bo ku yên ku li Kurdistanê qetlîam kirine neyên darizandin îmza li ser pêşnûmeyek nû da. Pêşnûme, ji bo ku darizandina qetlîamkeran şertê erêkirina Wezîr û Serowezîr dide pêş.

Leşkerên ku di serî de li Cizîrê û li gelek bajaran navên wan di komkujiyan re derbas dibe, AKP ji bo pêşiya darizandina wan bigire, guhertinên pêşnûmeyê pêk tîne û ev pêşnûmeya guhertinê şand meclisê. Pêşnûmeya ku hatiye amadekirin, wekî di qanûna MÎT'ê wê biryara darizandinê dide Lijneya Wezîran. Bi vê re "Mertalê parastina qanûnî ya ji bo leşkeran" a ku berê dihat nîqaşkirin gava yekemîn hat avêtin.
Piştî destûra Wezîrê Parastina Mîllî hat wergirtin wê gava yekemîn bê avêtin. Wê herî dawî bi destûra Serokwezîr, piştre leşkerên girêdayî artêşê bên darizandin. Wezîrê Parastina Mîllî dema bêje "Ev sûcdarî bê maf e" û destûrê nede lêpirsînê wê dosya ji wezîran vegere.
SOZA QANÛNÎ JI BO KOMKUJIYA CIZÎRÊ HATIBÛ DAYÎN
Mijar cara yekemîn bi komkujiyên li hemberî bajarên Kurdan û li hemberî sivîlan re hatibû rojevê. Çavkaniyên nêzên AKP'ê, diyar kiribûn ku leşkerên derdikevin operasyonan bê dil diçin û di aliyê darizandinê de ewlehiyê dixwazin. Li gorî nûçeyên di meha Adarê de hatibûn weşandin, AKP'ê ji bo parastina leşkeran soz dabû. Dema ev nîqaş dihatin kirin, li Cizîrê di jêrzemînan de bi sedan sivîl bi awayekî hovane hatin şewitandin.
LI SER ROBOSKÎ HATIBÛ GIRTIN
Di 28'ê Mijdara 2011'an de li Roboskî 34 Kurdistanî bi balafirên şer hatibûn bombekirin, doza ku ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hat vekirin, di Hezîrana 2013'an de hat betalkirin û dosyaya komkujiyê şand Dozgerê Leşkerî yê Serfermandariya Giştî. Di biryara ji hêla Lijneya Wezîran ve hat dayîn de, komkujî rewa hat nîşandan û hat diyarkirin ku leşkeran peywîra xwe aniye cih, bi vê yekê re li ser komkujiyê dabû girtin.