Hestiyên Taş ê 12 salî yê hatibû windakirin li emniyetê winda bûn
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Umît Taş ê 12 salî piştî ku li Pasûrê hate destgîrkirin û windakirin pirsîn, bal kişadin ser qetlîam li gundê Badînekê.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Umît Taş ê 12 salî piştî ku li Pasûrê hate destgîrkirin û windakirin pirsîn, bal kişadin ser qetlîam li gundê Badînekê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bêndarizandin" çalakiya xwe di hefteya 626’an de dîsa li ser medya dijîtal bi rêya vîdeo parve kirin.
Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Umit Taş ê 12 salî ku li Gundê Badînek ê Pasûra Amedê di 25'ê Îlona 1993’an de li gel 11 kesan li nokteya polisan hatibû destgîrkirin û winda bû pirsî. Çîroka Taş Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend. Akdenîz, bal kişand ser têkoşîna hiqûyî ya Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir û Rahşan Bataray Saman a ji bo Taş. Akdenîz, anî ziman ku Taş li nokteya polîsan hefteyekî destgîrkirin û wiha got: "Hefteyekî li Midûriyeta Polîsan a Pasûrê dan rawestandin. Xizmên wî her hefte xwarin birin ji Taş re. Malbat herî dawî dema çûm Midûriyeta Polîsan jî, rayedaran diyar kirin ku Umit serbest berdane.
Hevalên ku bi Umît re hatin destgîrkirin, şahidî kirin. Diyar kirin ku hefteyekî li Miduriyeta polîsan a Pasûrê hatin girtin. Piştre birin Tabûra Kobando ya Pasûrê. Li wir 2 rojan destgîrkirî ma. Piştre hinek berdan û Umît û hin kesên din birin operasyona Zozanên Şenê ya navbera Pasûr û Mûşê. Destê wan girêdayî li pêş eskeran birin herêma operasyonê. "
Birayê Umît Taş Mehmet Alî û bavê wî Kemal Taş serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê malbata Taş seri li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Ji wê demê heta niha agahî jê nayê girtin.