‘Hestiyên me bidin me’
‘Hestiyên me bidin me’
‘Hestiyên me bidin me’
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya lêgerîna edaletê di hefteya 505'an de dewam dike. Dayikên Şemiyê bang li peywîrdarên dewletê kirin ku "Bila dewlet sûcê xwe yê kesên hatine binçavkirin û windakirin" bipejirîne.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya lêgerîna edaletê di hefteya 505'an li qada Galatasaray bi pankartên "bila kujer werin dîtin, winda li ku derê ne" wêneyê kesin hatin binçavkirin û windakirin û qurnefîlên reş hatin rakirin. Di çalakiya vê hefteyî de aqubeta Nihat Aydogan ê ku di 30'ê mijdara sala 1994'an de li navçeya Midyada Mêrdînê hate windakirin pirsîn.
'HESTIYÊN ME BIDIN ME'
Di çalakiyê de destpêkê birayê Nurettin Yedigol yê di 12'ê Nîsana 1981'an hate winda kirin axivî. Muzaffer Yedigol diyar kir ku dayika min di rojên temenê xwe yên dawî de dixwaze hestiyê kurê xwe Nurettin bibîne. Yedigol bang li peywîrdaran kir û wiha got: " êdî bese hestiyên me bidin me". Piştî axaftina Yedigol, hevsera Nihat Aydogan, Helîme Aydogan axivî, Helîme Aydogan diyar kir ku îro ji bo min roje xirab û reşe. Ji ber ku hevserê min 20 sale windaye. 20 sale tu cih nemaye ku min serî lê nedaye. Aydogan bang li berpirsyarên hikûmetê kir û wiha got: "We qet ne pirsî ku ev 20 sale ev jin li vir çi dikin? Em tenê hestiyên aydî xwe dixwazin. Li şûna ku em qurnefilên xwe danîn li ser wêneyên wan, eger gorek wa heba meyê qûrnefilê xwe danîba ser gorê wan."
Piştî axaftina Aydogan zaroka Nihat Aydogan, Nejbir Aydogan axivî û wiha got: "Min qet bavê xwe nedît, ev bi xemginî wî jiyan dikim û ez ê bi vê xemê jî bimrim."
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Umit Tekay Dişli ve hat xwedin. Dişli bang li peywîrdarên hikûmetê kir û wiha got: " Dest ji polîtîkayên xwe yên bê hiqûqî berdin hiqûqê ji bendikê binin xwarê. Sûçê xwe yên binçavkirin û windakirina bi pejirînin." Dişli eqûbata Nihat Aydogan pirsî. Dişli anî ziman ku Nihat Aydogan ê di 30'ê mijdara sala 1995'an de li navçeya Midyada Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Ji ber ku Aydogan cerdevanî qebûl nekiriye rastî zextan hatiye û hate winda kirin.
Dişli bilêv kir ku leşker, tîmên taybet û cerdevanan li ser mala Aydogan de girtin bi pehîn û şeqama ji malê derxistin, Aydogan dest û çavê wî girêdayî birin Fermandariya Qereqûla Cendiremeyan ya Mêrdînê ji wê rojê şûnde agahî ji Aydogan nehat girtin. Dişlî diyar kir ku hemû serlêdanên ji bo Aydogan ji hatin kirin bê encam man.