Hestiyên li Qoserê hatin dîtin aydî Demîr û gêrîla Kaban in
Hestiyên li Qoserê hatin dîtin aydî Demîr û gêrîla Kaban in
Hestiyên li Qoserê hatin dîtin aydî Demîr û gêrîla Kaban in
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê di derbarê cenazeyê Memduh Demîr û Şehmuz Kaban ên di 14'ê Gulana 1995'ê hatibûn revandin û windakirin de rapora saziya Tiba Edlî aşkere kir. Li gorî rapora ÎHD'ê ya Mêrdînê hestiyên ji gora bêkesan a Qoserê hatin derxistin aydî Demîr û Kaban in.
Nasnameya hestiyê ji gorên komî tên derxistin ên aydî kesên di salên 1990'an de ji malên wan bi zorê hatin revandin yek bi yek diyar dibe. Hestiyên li ser daxwaza malbatan ji gora bêkesan a Şaredariya Qoserê hatin derxistin piştî testa DNA'yê nasnameyên wan diyar bûn. Li gorî nûçeya DÎHA’yê di 14'ê Gulana 1995'an de Memduh Demîr û gêrîlayê PKK'ê Şehmuz Kaban (Bedran) ji mala xwe ya gundê Kelekê yê Şemrexê hatibûn revandin û windakirin. Piştî Demîr û gêrîla Kaban ji malê hatin revandin malbatê serî li gelek cihan dan û heri dawî li ser daxuyaniyên şahidan gora bêkesan a Şaredariya Qoserê vekirin.
Piştî hestiyên ji gora bêkesan hatin derxistin ji bo testa DNA'ê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî rapor aşkere bû Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê rapora Saziya Tiba Edlî aşkere kir û diyar kir ku, hestiyên hatine dîtin aydî Menduh Demir ê di 14'ê Gulana 1995'e ji gundê Kelekê hatiye revandin in.
Malbatê di 26'ê Adara 2013'an de serî li Dozgeriya Komarê dabû û hestiyê derxistibûn şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Di testa DNA'ê de derket holê ku hestî aydî Menduh Demir û gêrîla Şehmuz Kaban in.
Di kolandina li Goristana Şehîtlikê ya taxa Bahçelîevler ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya 27'ê Adarê de di gorekê de hestiyên hate îdiakirin aydî welatiyê bi navê Menduh Demîr û gêrîlayê PKK'ê Şehmuz Kaban (Bedran) hatibûn dîtin û hestî ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatibûn şandin û hatibû qeydkirin.
Hatibû gotin ku di sala 1995'an de li gundê Kelek ê navçeya Şemrexê di navbera PKK û artêşa Tirk de pevçûn qewimîbû û gêrîlayê PKK'ê Şehmuz Kaban di pevçûnê de birîndar hatibû girtin û ligel îşkenceyên giran ji ber ku neaxivî careke din birin qada pevçûnê û hate qetilkirin û bi welatiyê bi navê Menduh Demîr ê ku dema sewal diçerand hate binçavkirin û hate qetilkirin bi hev re di heman gorê de hatinbûn definkirin.