Hesreta Marene ya Ermenî...

Hesreta Marene ya Ermenî...

Marene Kiledyîan Manuelîon diyar kir ku ew wek keça malbateke Ermenî ya ji qirkirinê rizgar bûye, bi saya YPG û YPJ’ê ji komkujiyeke din rizgar bûye û got: “Piştî êrîşên çeteyan em neçar man ji Kobanê derkevin.” Manuelîon ku bi sê zarokên xwe re hat Pirsûsê, li aliyekî hewl dide li ser piyan bimîne û li aliyê din jî bihêviya roja vegerê ye.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran Kobanî welatê xwe terk kirin û yekji an jî Marene Kîledyîan Mauelîon ya Ermenî ya 38 salî ye. Kiledyîna Manuelîon ku bi eslê xwe ji Rihayê ye bi malbata xwe re di 1979’an de çûye Kobanê.  Manuelîon bi kesekî ji Kobanê re zewiciye û dayika sê zarokan e. Manuelîon got ku bi saya YPG û YPJ’ê dijîn.

EM DEYNDARÊ WAN E

Manuelîong çîroka hatina xwe ya Pirsûsê vegot: “Ez keçeke Ermenî ya ku rastî qirkirinê hatiye me. 35 sal berê em çûn Kobanê. Ez bi yekî Kobanê re zewicîm. Sê zarokên min hene. Jiyanek me ya baş hebû. Ti carî li dijî min cudakarî nekirin. Di carekê de her tişt guherî û li gel hemû hewldanan em hatin van rojan. Lê hêviya min ev e ku Kobanê zûtirîn demê de azad bibe û em jî vegerin axa xwe. Ez ji şervanên YPG û YPJ’ê re serkeftinê dixwazin. Ger ew tinebûna em ê hemû bihatana qetilkirin. Em deyndarê wan e."

DIVÊ EM LI SER LINGÊ XWE BISEKININ

Manuelîon wiha berdewam kir: “Gelê Pirsûsê xwedî li me derket. Em li vir xwe xerîb hîs nakin. Weke ku em li mala xwe ne. Welatî gelek baş in. Alîkarî dan me. Bi hezaran kes hatin vir, lê kesî bertek nîşan neda. Berevajî vê xaniyên xwe ji me re vekirin. Xwedî li me derketin. Em diçin û tên. Em hewl didin li ser piyan bisekinin. Daxwaza min a herî mezin ev e ku em vegerin welatê xwe. Ez naxwazim ji kesî re bibim bar.  Ez di lokantayeke ku ji aliyê du jinan ve hatiye vekirin ya bi navê Kewanî de xwarinê çêdikim.”