Heskirina zimanê Kurdî astengiyan nasnake

Heskirina zimanê Kurdî astengiyan nasnake

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in tevlî rewşên zehmet jî di dibistanên taxê yên fermî de waneyên bi Zimanê Kurdî têne dayîn û herku diçe jimara xwendekaran ji bo perwerdê zêde dibe.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di nava rewşên jiyanî yên zehmet û topbaranê de jî perwerdeya bi Zimanê Kurdî di dibistanên fermî de dide. Hêjayî gotinêye mamosteyên Zimanê Kurdî bi dildarî waneyan didin xwendekaran.

Li dibîstanên taxê ji bo asta seretayî heftane 2 caran waneyên bi Zimanê Kurdî têne dayîn û ji bo asta navîn jî di hefteyê de carekê wane têne dayîn. Her wiha tê payîn ku ji destpêka beşê 2’emîn ji demsala xwendinê dê ev wane werin zêdekirin. Her wiha li dibistanên taxê pirtûk û sotemenî gelekî kêmin. Ji ber ku hejmara xwedekaran her diçe zêde dibe, Meclîsa bajêr û Meclîsa Hevbeş ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanan peydar bikin, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Helebê 200 hezar lîre pêşkêşî dibistanên Şêxmeqsûd kir.

Li ser biryara SZK’ê ji bo xwendekarên taxê xwendina xwe berdewam bikin, wekî alîkarî ji buhaya pirtûkan hatin efû kirin.