Çalakiyên protestoyî yên piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû destpê kirin, dewam dikin. Li gorî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk di çalakiyên li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene, Antalya, Çanakkale, Eskîşehîr, Konya û Edîrneyê de 343 kes hatine binçavkirin.
EDENE
Li Edeneyê Ramazan Şanci, Hakan Çayan, Omer Îmen, Eser Çapar, Sergen Nîsanoglû û Umut Ozşîmşek û ji Partiya Kedê (EMEP) Halîl Îmrek jî hatine binçavkirin.
ENQERE
Li Enqereyê jî 31 kes di saetên siharê de di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Navên hin binçavkiriyan wiha ye: "Yusuf Bahtiyar Ozkan, Mehmet Mustafa Ozkılıç, Celal Erturk, Erdem Berker Benli, Vuruşkan Findik, Ozge Tugran, Semra Demir, Melek Taşdemir, Gizem Uzun, Deniz Benzer, Zeynep Ceren Ozen, Sinem Kaplan, Yeşim Biryan, Ceyde Elif Mutlu, Sudem Sila Tegin, Ozan Deniz Odemiş, Boran Karadeli, Deniz Surucu, Aydin Sezer Demiroz, Caner Yildirim, Hamza Kofe, Can Bolatcan, Berke Arben Artuç."