Herêma Rimêlan û Çilaxa bi temamî ket destê YPG'ê
Herêma Rimêlan û Çilaxa bi temamî ket destê YPG'ê
Herêma Rimêlan û Çilaxa bi temamî ket destê YPG'ê
Di çarçoveya pêngava çalakiyan a "Operasyonên Şoreşger ên Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de YPG'ê li herêma Çilaxa dest bi operasyoneke berfireh kir û herêma Rimêlan û Çilaxa bi temamî ji çeteyan paqij kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di pevçûnan de tangek, 2 katyûşa, topa 120'î, bi dehan çekên ferdî hatin desteserkirin.
YPG'ê ji 23'ê Cotmehê û vir ve li herêma Til Koçerê 7 gund, sê mezra û gelek baregehên komên çete bi dest xist. Di sê operasyonên şeva 24-25'ê Cotmehê de 2 gund, kargeheke ku weke baregeh dihat bikaranîn, Deriyê Sînor ê Til Koçer, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, hatin rizgarkirin. Di şeva 26'ê Cotmehê de jî kontrola Til Koçerê bi temamî ket destê YPG'ê.
Duh êvarê jî li herêma Çilaxa 6 gund ji çeteyan hatibûn rizgarkirin.