Her roj hin girtîgehên din tevlî girêva birçîbûnê dibin

Berxwedana girêva birçîbûnê ya girtîgehan kete roja 60’î. Her roj berxwedana girêvê birçîbûnê berbelavtir dibe. Girtiyên li girtîgeha Edene, Osmaniya û Bafra jî tevlî çalakiyê bûn.

Girtiyên girtîgeha Edene Kurkçuler a Tîpa F ku biryara girtin girêva xwe ya birçîbûnê bi rengê bêdem û bêdorveger bidomînin, bi rêya malbatan daxuyanî dan. Hate gotin 6 girtî 10’ê Nîsanê û 4 girtî jî 13’ê Nîsanê dest bi girêvê kirine. Omer Baran, Ahmet Erdogan, Mustafa Muhammet Alî, Mehmet Emîn Vural, Mehmet Keleş, Şahîn Tan, Selahattîn Dîrek, Zûhat Ozkan û du girtiyên din ku navê wan nehate zanîn dest bi gireva bêdem û bêdorveger kirin. 

9 KÎLOYAN LI XWE ŞIKAND

Diyar bû ku Denîz Ozdemîr bi daxwaze ku ‘ji şaneya yek kesî derkeve’ ji 10’ê Adarê ve di girêva birçîbûnê de ye û her ku diçe pirsgirêkên tendiristiyê lê xuya dibin, 9 kîloyan jî li xwe şikandiye.

LI OSMANÎYE 7 GIRTÎ KETIN GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ

Li girtîgeha Osmaniya Tîpa T jî girtiyên bi navê Înan Akin, Recep Kaya, Ahmet Altay, Sedat Aydin, Sînan Koyuncu, Erdal Daghan û Hasan Muhammed Ibîş ji 10’ê Nîsanê ve ketine girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

LI BAFRA EV 11 ROJ IN BERDEWAM DIKE

Li girtîgeha Bafra a Tîpa T jî 6 girtî ev 11 roj in di girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtiyan li ser navê malbatan mesaj şandin û gotin, Sînan Salhan, M. Ziyayettîn Guler, Orhan Alkan, Ercan Yakut, Suleyman Îlhan û Mehmed Yildirim ev 11 roj in dest bi girêva birçîbûnê kirine.

NAMEYA JI GIRTIYAN

Hate gotin li girtîgeha Sîncalê ya Enqerê girêva bêdem û bêdorveger a ku 23’yê Sibatê bi 7 kesan dest pê kirî bi 25 kesan berdewam dike. Girtiyan di nameyê de ku ji malbatên xwe re şandine gotin, ‘’heta ku tecrîda li Imraliyê bişike berxwedana me wê mezin bibe û bidome.’’

Di nameya 10’ê Nîsanê de hate gotin:

‘’Em girtiyên ku ji 23’ê Sibatê ve bêdem û bêdorveger ketine girêva birçîbûnê me du tişt armanc kirin:

Armanca me ya pêşî û ya herî girîng rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Daxwaza me ya dî jî rakirina dagirkerî û dorpêça li ser bajarên Kurdistanê ye.

Em girtiyên siyasî hat ji vê hene, hemû tiştên ku têne jiyîn bi tecrîda Imraliyê re rasterast têkildar e. Heta ku tecrîd neşike ne binpêkirinên mafan a li zindanan û ne jî zext û zordarî bi dawî nabe. Ji ber ku di navenda operasyonên dagirkerî û qirkirinê de ya li ser gelê Kurd, tecrîda li ser Rêbertî heye. Tişta ku tê jiyîn darbeyeke li dijî gelê Kurd e û ev darbe pêşî bi tecrîda li ser ramanên Rêbertiya me dest pê kiriye.’’