Her 5 tecawizkar jî hatin girtin
Her 5 tecawizkar jî hatin girtin
Her 5 tecawizkar jî hatin girtin
Li bajarê Bombay a Hîndîstanê jineke ciwan a 22 salî ku bi hevserê xwe re wêneyên cihên dîrokî dikişand rastî tecawiza 5 kesan hatibû û her 5 tecawîzkar jî hatin girtin.
Polîs da zanîn ku gumanbarê 5’emîn yê bûyera tecawizê li Delhî hatiye girtin û şandine Bombeyê.
Tecawizkarê yekemîn yê 19 salî roja înê û 3 hebên din jî roja şemiyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Jina wênekêş ku rastî tecawizê hat, diyar kir ku ew fikare ku dîsa vegere karê xwe û got: “Tecawiz ne dawiya jiyanê ye. Bila hemû tecawizkar bi cezayê herî giran bên cezakirin.” Hat diyar kirin ku tecawizkarê 5’emîn yê herî kal e û du caran tecawizê jinê kiriye. Her wiha hat hînbûn ku temenê du tecawizkaran jî 16 bûye.
Vê bûyerê, wehşeta tecawiza komî ya sala boarî li Yenî Delhî pêk hat û xwendekara 23 salî destpêkê rastî tecawizê hat û piştre jî şîdet lê kiribûn û avêtibûn derve. Jina ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.