Li bajarê Hewlêrê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ji penaberên Kurd ên kû ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şert û mercên şer koçber bûne re alîkarî belav kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mehemed jî bi heyeta belavkirina alikariyê re çû serdana penaberên Rojavayî.
Bi hezaran malbatên Kurd ji ber aloziya li Sûryê koçberî Herêma Kurdistanê bûne. Ji wana bi sedan malbat li taxên rexê yên bajarê Hewlêrê bicihbûne. Rewşa van penaberane pir belengaze û çavê wan li alikariyê ye. Bi vê bûneyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan weke her carê îro jî alîkariya erzaq belavî penaberan kir.
Bi heyeta belavkirina alikariyê re hevseroka Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê û Endama Desteya Bilind a Kurd Sinem Mihemed jî çû serdana penaberên Rojavayî. Mihemed di dema belavkirina alikariyê de guhdarî pirsgirêkên penaber kir û diyar kir ku tişta ji destê wana tê ewê ji bo gelê Kurd bikin.
Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan alîkarî li malên penaberan yên li taxa Bêrkûtî Niwê ya bajarê Hewlêrê re belav kir. Tiştên ku belavî penaberan hate kirin; ard, şekir, nîsk, rûn, torsîl, şîrê zarokan û fasûlye bûn. Lê ev alikarî tenê têra demek kin dike, ji bo vê jî penaber li bendê ne kû saziyên alikariyê û kesên xêrxwaz demek ji ya din zûtir alikariya wana bikin.
Piştî kû alikarî hat belav kirin endamê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Mela Zana Xeyam ji ajansa Nûçeyan a Dîcleyê re axivî. Xeyam diyar kir ku rewşa penaberan pir xirabe û di sermaya zivistanê de eger ji van penaberan re alîkarî ne wê rewşa wana ber bi xeteriyê ve biçe û wiha berdewam kir;
Ev çend care em serdana van penaberan dikin û li gorî derfetên xwe em wek Hemwelatiyên Azad û Yeksan alikarîyê ji penaberên Rojavayî re dikin. demak kû penaber nû hati bajarê Hewlêr rewşa hewayê baş bû û penaberan li ruxmê her core zehemetiyan dikarin xwe jiyan bikin. Lê niha her kû diçe rewşa wana berbi xirabiyek tund ve diçe. Hewa pir sare, baran dibare û ev penaberane di nav avahiyên ne suwaxkirî de ne. Malên wan bê dergehin û li şûna dergeh betenî yan perde pêvekirine. Tiştek tuneye kû di nav de binivin. Ciyewazî di navbera derve û hindir de tuneye.
Herwiha Xeyam diyar kir kû pirsgirêka van penaberan ya tenduristî, sotemenî, xwarin û cilûbergan di asta herî jor de ye. Pêwîste Hukumeta Herêmê di nava heftiyekê de ji derdê van penaberan re çareseriyek bibîne. Eger çareserî neyê dîtin û xwedî li van penaberan neyê derketin û wê encamên pir xirab bi xwe re bîne.
Xeyam diyar kir kû pirsgirêka herî mezin ya van penaberan kirêya xaniyane. Ev xaniyên kû têde dimînin jî weke kavlane û pêwîste Hukumeta Herêmê cihekê ji van penaberan re çêbike û hemuyan li cihekê kombike kû kes û aliyên xêrxwaz bikarin alikariyê ji penaberan re bike.