Helîkopterek jî li Mêrdînê ket

Helîkopterek jî li Mêrdînê ket

Li gundê Gewrik ê navçeya Mêrdîn Mahsertê, helîkoptereke leşkerî ya keşif dikir, ket. Ev yek bû helîkoptera duyemîn ku îro ketin xwarê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li gundê Gewrik ê navçeya Mêrdîn Mahsertê, helîkoptereke leşkerî ya keşif dikir, ji nişka ve teqiya. Şeniyên gund dan xuyakirin ku li dû teqînê ambûlans çûne herêmê.

Nayê zanîn ka ji ber bûyerê mirî yan birîndar hene yan na.

Îro danê sibê jî li navçeya Golbaşi ya Enqereyê balafireke leşkerî ketibû xwarê û di encamê de 4 kes miribûn.