Endama Lijneya Navendî û parlementera Batmanê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda Îmraliyê dest pê kirine, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘EM JI TENDIRUSTIYA OCALAN BI FIKAR IN’
Başaran diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bi cih werin û di daxuyaniyê de ev tişt destnîşan kir:
“Rêzdar Abdullah Ocalan 18 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye; 2 sal in nikare bi heyeta Îmraliyê, 13 mehan bi malbata xwe û 6 sal in jî nikare bi parêzerên xwe hevdîtinê bike. Ligel rêzdar Ocalan 3 girtiyên din jî di bin heman tecrîdê de ye.”
Piştî 5’ê Nîsana 2015’an tecrîda li girtîgehan zêdetir bûye. Tendirustî û ewlehiya rêzdar Ocalan bûye sedem ku bi gelê Kurd têkeve nav fikaran.
‘DIVÊ ÇÛNA ÎMRALIYÊ PÊK WERE’
Serdozger têkildarî tendirustiya Ocalan sedemeke baş pêşkêş nekiriye û hincetên astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran jî ev fikar kêm nekirine.
Bêdengiya Wezareta Edaletê ya li dijî îddîayên tendirustiya Ocalan bûye sedema zêdebûna endîşeyan. Ji ber vê jî girtiyan li girtîgehan “Ji bo ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin û heyetek biçe Girava Îmraliyê” dest bi greva birçîbûnê kirine.
Heke ev daxwaz bi cih neyê wê hikumeta AKP’ê bibe berpirsê encamên ku wê pêk bên. Divê ev daxwaz teqez bi cih were û heyetek biçe Girava Îmraliyê.”