Hejmara Xiristiyanên li Iraqê daket 200 hezarî
Hejmara Xiristiyanên li Iraqê daket 200 hezarî
Hejmara Xiristiyanên li Iraqê daket 200 hezarî
Li Iraqê Xiristiyanên ku hejmara wan di dema Saddam Huseyîn de mîlyonek bû, piştî koçberiyê her diçe kêmtir dibe. Rojnameya Deylî Telegraph der barê mijarê de gotarek weşand û diyar kir ku hejmara Xiristiyanên li welat gihiştiye 200 hezarî.
Sermetranê dêrê Tîma Tîos Îşa der barê mijarê de ji rojnameyê re axivî û da zanîn ku berê ligel ku li dora dêrê 30 hezar Xiristiyan hebûn, niha hejmara wan daketiye 2 hezarî.
Her wiha hat diyar kirin ku li welatên ku bihara ereban tê jiyîn rewşa xiristiyanên kêmar her diçe xerab dibe.
Lîderê Keldaniyan yê Iraqê Patrîk Louîs Raphael Sako, meha borî di konferanseke Komîsseriya Bilind ya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî ya li Iraqê pêk hat de axivî û da zanîn ku jiber ku li welat oldarî zêde bûye, kêmarên oldar di bin xetereyê de ne. Her wiha got ku rewşa ku di roja me ya îro de tê jiyîn fikaran zêde dike.
Sako got hinek welatên Rojava piştgiriyê didin koçberiya Xiristiyanan. Xiristiyanên li Iraqê piştî dagirkirina 2003’an a Iraqê xwe di bin xetereyê de dibînin.