Hejmara qurbaniyên Til Eranê gihişt 5’an
Hejmara qurbaniyên Til Eranê gihişt 5’an
Hejmara qurbaniyên Til Eranê gihişt 5’an
Ji malbata Ehmed Baba ya li bajaroka Til Eran a girêdayî Helebê ku di 21'ê Cotmehê de rastî bombebarana rejîmê hatibûn û di encama bomberana hêzên rejîmê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe jidest dabûn û 4 kesên din jî birîndar bibûn, ji 4 kesên birîndar zaroka bi navê Fatma Bîlal Baba jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên nêzî malbatê ku li paytexta Lubnan Beyrûtê dijîn, diyar kirin ku zaroka bi navê Fatma Bîlal Baba ku di êrîşa 21'ê Cotmehê de bi malbata xwe re rastî bombebarana hêzên rejîmê hatibû birîndar bibû, jiyana xwe jidest daye.
Malbata Ehmed Baba roja 21'ê Cotmehê dema ku dixwestin ji Til Eranê derkevin, wesayita wan rastî bombebarana hêzên rejîmê hatibû û di encamê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe jidest dabûn û 4 jî birîndar bibûn.
Bîlal û malbata xwe li Lubnanê hatin bibîr anîn
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li paytexta Lubnanê Beyrût, ji bo malbata Bîlal Ehmed Baba û endamên malbata wî merasîma bîranînê lidar xist
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê nûnertiya TEV-DEM'ê ya Lubnanê axaftin hate kirin. Di axaftinê de berxwedana Rojava hate silavkirin û hemû ‘’şehîdên’’ Rojava hatin bibîranîn, her wiha helwesta rayedarên Başûrê Kurdistanê ya astengkirina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hate şermezarkirin
Di berdewama merasîmê de li ser navê malbata Bîlal Zêdan Ehmed Baba axivî û got ku ew ê heta dawî li ser xeta parastina Rojavayê Kurdistanê bimeşin
Merasîm bi sloganên ‘’şehîd namirin’’ û piştgiriya bi Rojava re bidawî bû