Hejmara nû ya kovara Semahê derket
Hejmara nû ya kovara Semahê derket
Hejmara nû ya kovara Semahê derket
Kovara Semahê ku du mehan carekê ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê tê derxistin, bi mijara 'Dar-i Erkan, Jiyaneke Nû' hejmara wê ya nû derket.
Di hejmara nû ya kovara Semahê de bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê û hat destnîşankirin ku Kurdan li Kobanê berxwedana herî bi heybet a dîrokê nîşan dane û xweziyên hemû hêzên hewl dane bi rêya çeteyên DAIŞ'ê serî li Kurdan bitewînin, di qirika wan de hiştine. Bal hat kişandin ser çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê û hat gotin, "Li gel berxwedana dîrokî ya gelê Kurd a li Kobanê, bêguman çalakiyên 'Xwedîderketina li Berxwedana Kobanê' yên gelê Kurd, hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên li herêmê, hêzên pêşverû yên rojavayî û hemû beşên civakê yên li derve hatine hiştin, di pêşîgirtina li komkujiyeke li Kobanê de roleke bi bandor lîstine." Weke dosya bingehîn a kovarê, nivîsên lêkolînê yên li ser 'Di Elewîtiya Sersoriyê de Edaleta Dar' cih digirin. Li gel lêkolînên dîrokî yên li ser 'Çanda Dar' ku yek ji hêmanên bingehîn ê Elewîtiya Sersoriyê ye, li ser pirsgirêkên rojane yên civaka Ewropayê jî nivîs di kovarê de cih digirin.
Nivîskar û nivîsên di kovarê de hene: Halîl Dalkiliç 'Kobanê jibera Kurd a siyaseta Elewî xera kir', Huseyîn Ozan 'Di hînkariya Elewî de Edalet', Erdogan Yalgin 'Di dewamiya baweriyê de rê û resmê dar a kevnare yan jî Pergala Erkan-i Dar-i Mansûr a windahbûyî', Haşim Kûtlû 'Di têgihiştina hiqûqa dar de hevser û wekhevî', Fîraz Baran 'Bîranînên li ser çanda dar', Îrfan Dayioglû 'Di Elewîtiya Sersoriyê de Edaleta Dar'.