Êrîşa polîsan a li hemberî taxa Zapê ya li navçeya Şirnex Silopiyayê, dewam dike. Polîsên Tirk bi tankên leşkeran ketin nava taxê, gule li derdorê reşandin û avêtin ser malan. Polîsan deriyê malan şikandin û hat ragihandin ku bi lêdanê mirov girtine binê çavan. Li gorî agahiyan, li emniyetê îşkence li binçavkiriyan hatiye kirin.
Segvanên polîsên Tirk ên li ser banê xaniyan jî, dema tiştekî li nava taxê dilive dibînin, guleyan berdidin. Li taxê Kamûran Bîlîn ji sînga xwe bi giranî birîndar bû. Bîlîn rakirin nexweşxaneya li Cizîrê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Polîsan her wiha maleke din a li nêzî meydana Başakê dan ber agir. Polîs nahêlin malbata di hundirê malê de ji xanî derkevin û destûrê nade welatiyên li derdorê ku agir vemirînin. Hat ragihandin ku di hundirê xanî de zarok jî hene.
Gelê Silopiyayê jî li derdora Meydana Başak a taxa Cûdî disekine. Ji ber ku polîs li derdorê guleyan direşînin, fîşekên wan dihaştin heta vê herêmê.