Artêşa Tirk a dagirker avêtin ser gelek malên li navenda Kanîreş û Çewligê.
Li gorî agahiyên hatin girtin li navenda bajarê Çewligê Ahemt Gondegîr, Hamût Pervane, Suleyman Bûlût, Giray Onder Polat û Dîdem Polat hatin destgîrkirin.
Li navçeya Kanîreşê jî Ferît Karabag û kesê navê wî nehate zanîn hatin destgîrkirin.
Di serdegirtina saetên sibehê ya li gundê Kîraçtepa ya Kanîreş Abdurahîm Aksoy ê 70 salî kurê wî Yksel Aksoy û birayê Babdurahîm Aksoy ê li Stenbolê Bayaram Aksoy hatibûn destgîrkirin.
Bi giştî di nava rojê de 10 kes hatine destgîkirin, rayedarên Tirk sedemên destgîrkirinê tiştek diyarnekirine.