Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an

Hejmara kesên di operasyonên qirkirinê yên li dijî saziyên ziman û çanda Kurd de hatin binçavkirin derket 25’an.

ÊRÎŞÊN LI SER SAZIYÊN ZIMAN Û ÇANDÊ

Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Anka ve girtin. Di serdegirtina malan de pirtûk, kovar, hard-dîsk hatin desteserkirin. Li ser dosyayê biryara veşariyê heye û biryara sînorbûna parêzeran a bi 25 saetan hat girtin.

Hat hînbûn ku çarçoveya lêpirsînê de li Stenbolê Şehrîban Ayluçtarhan û li Amedê jî Niştiman Gul jî hatine binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an.

Kesên hatine binçavkirin wihane: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn, Mustafa Açmaz, Hasan Gorpinar, Şehrîban Ayluçtarhan û Cîhat Çagrici.”