Hejmara 204'an a Stêrka Ciwan derket
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan hejmara xwe ya nû bi sernavê "Di xeta têkoşînê ya şehîdan de em bi ser bikevin" weşand.
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan hejmara xwe ya nû bi sernavê "Di xeta têkoşînê ya şehîdan de em bi ser bikevin" weşand.
Kovara Stêrka Ciwan ku li Ewropayê bi şiyara "Israra di sosyalızmê de israra ji bo mirovbûnê ye" tê weşandin hejmara xwe ya 204'an weşand. Kovar ji ber vîrûsa koronayê hejmara Nîsanê tenê li platformên dîjîtal weşand. Hejmara meha Gulanê em li platformên dîjîtal hem jî bi rengekî çapkirî weşand.
DI VÊ HEJMARÊ DE ÇI HEYE?
Di hejmara meha Gulanê de ku bi sernavê "Di xeta têkoşînê ya şehîdan de em bi ser bikevin" hate weşandin "Rastiya Şehîdan" hate nirxandin. Nirxandineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 15'ê Çileya 1991'ê li ser şehîdan kir di hejmara dawî de hate weşandin. Her wiha perspektîfên koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad di kovarê de hene. Nivîsên Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû jî hatine parvekirin. Her wiha di beşên dîrok, çand, bîranîn û jin ên ciwan de nivîsên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Fransî hene.
Edîtorên kovarê di nivîsa danasînê de wiha gotin:
"Pakrewanên me yên bi rih û bedena xwe, xwe bi temamî kirine fedayiyê azadiyê, nirxên me yên herî hêja ne. Bîranînên wan, armanca jiyana azad ya her ciwanê Kurd e.
Em jî wek Stêrka Ciwan di 'Meha Pakrewanan' de, me kir ku vê mijarê binirxînin. Rastiya pakrewanan çi ye, divê çawa nêzîk bibin, berpirsyariyên ku dane li ser ciwanan çi ne?...
Em di wê baweriyê de ne; vê hejmara ku ji bo me pir bi wate ye, rêhevalên ciwan yên Rojê jî yê bi eleqeyeke mezin ve pêşwazî bikin.
Di vê Meha Pakrewanan de, em careke din girêdaniya xwe bi pakrewanên me yên rûspîtiya gelê me ne re vedibêjin, li ber bîreweriyên wan, bi rêzdarî xwe ditewînin. Em soza xwe ya bilind kirina berxwedana 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' ya ku xeyalên wan e dubare dikin."
Ji bo ku kovara Stêrka Ciwan wek PDF bixwînin an jî bi awayê dengî guhdar bikin, hûn dikarin bi lînkên li jêr xwe bigihînin kovarê:
PDF:
Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan
Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv