HEDEP: Ji ber ku Tanhan dereng hat berdan jiyana xwe ji dest da

HEDEP'ê diyar kir ku girtî Cemal Tanhan ji ber ku di dema xwe de nehatiye berdan jiyana xwe ji dest daye.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş da. HEDEP’ê daxuyand ku girtîgehên Tirkiyeyê dibe sedema mirina mirovan û wiha got: “Agahiyên mirin, êşkence û binpêkirinên tenduristiyê yên ji girtîgehan tên bi dawî nabin. Girtiyên nexweş an li girtîgehê dimirin an jî ji ber dereng tên berdan jiyana xwe ji dest didin.”

HEDEP’ê ragihand ku Cemal Tanhan tevî serlêdanan nehat berdan, lê piştî ku nexweşiya wî giran bû berdan û wiha domand: “Tanhan Îro jiyana xwe ji dest da. Mirina Cemal Tanhan ne mirineke xwezayî ye, ji ber ku pêşî li dermankirina wî hatiye girtin û di wextê xwe de nehat tehliyekirin. Piştî ku dereng hat berdan, berpirsyariya rayedarên wekî Wezareta Dadê, ATK û rêveberiya girtîgehê ji holê ranake. Em ê hesabê binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan bi rêya hiqûqî ji we bipirsin. Em careke din tînin bîra we ku heta çareseriyek neyê dîtin wê berpirsyarê her mirinê hûn bin."