HEDEP’ê bertek nîşanî biryara derbarê TTB’ê de da

Di doza der barê TTB'ê de biryar hat dayîn ku endamên TTB'ê ji wezîfeyê bên girtin. HEDEP’ê bertek nîşanî biryarê da û got, “Ev berdewamiya darbeya qeyûmê ye.”

Di doza der barê TTB'ê de, biryar hat dayîn ku endamên Konseya Navanedî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji wezîfeyê bên girtin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bertek nîşanî biryarê da.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dijîtal a fermî ya partiyê hat dayîn de wiha hate gotin: “Dûrxistina endamên Konseya Navanedî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji wezîfeyê, darbeyeke nû ye ku desthilatdarî bi destê darazê kir. Berdewamiya darbeya qeyûmê ye. Ev biryar ku îradeya bijîşkan desteser dike sûc e. Erka hemû hêzên demokrasiyê ye ku li hemberî vê darbeyê rabin. Em li gel TTB’ê ne.”