‘Hedefên li Ocalan hedefên gel in’
‘Hedefên li Ocalan hedefên gel in’
‘Hedefên li Ocalan hedefên gel in’
Hevberdevkên HDK’ê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel ên di Civata Giştî ya HDK’ê de axivîn diyar kirin ku HDK’ê berpirsyariyeke dîrokî bi cih aniye lê hê jî gelek tiştên divê bên kirin hene û nirxandina “lê me hemû berpirsyariyên xwe bi cih neanî” kirin.
Hevberdevkên HDK’ê yên di Cıvata Giştî ya HDK’ê de axivîn têkîldarî xebatên xwe agahî dan. Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu bal kişand li ser xebatên HDK’ê û got ku wan “karekî ku qet tunebûye” kirine û divê ev yek neyê bîçûk dîtin û pûçkirina êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê serkeftina hêrî mezin e.
Kurkçu destnîşan kir ku HDK partiyeke polîtîk nîn e û tevgereke piranî ya siyasî ya di nav de partî jî hene ye. Kurkçu biêv kir ku ew ji ber ku bi hemû pirsgirêkên jiyanê ve eleqedar dibin karê wan ji HDP’ê girantir e. Kurkçu got ku pûçkirina hemû nêzîkatiyên otorîter ên AKP’ê karê HDK’ê ye û ji bo AKP’ê got ku “ji bo dewletê otorîter bike, bi projeya fesadiyê” tevdigere. Kurkçu got ku AKP’ê di qada desthilatdariya xwe de hemû gav avêtiye lê li gel vê yekê jî nekariye civakê bi tevahî dorpêç biki û wiha berdewam kir: “Lê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya mezin û qehremanê ji AKP’ê re gotiye rawest e û desthiladariya wî vala kirine gelek bajarên mezin ji destên AKP’ê dexistiye.”
CIHÊ HDK’Ê
Kurkçu nirxandina “ civaka Tirkiyeyê li ser piyan e û li bendê ye ku HDK pêşengiya wî bike” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê divê saniyeyek jî neyê windakirin li her derê bên rêxistinkirin bi xwedîderketina tevgera jinan a ku derketiye, xwedî lêderketina mafên xweza û bajaran, li madenan, li sektora înşeatê bikevin nava kedkaran û tenê cenazeyên wan bi merasîmên mezin oxir nekin, jiyana wan bêhempa bikin. Berpirsyariyeke HDK ya desthilatdariya AKP’ê bihejîne heye.”
‘TÊKOŞÎNA KURDISTANÊ MILKÊ ME YE’
Kurkçu ji bo tiştên ku li Tirkiyeyê bên kirin mînaka Rojava da û wiha got: “Gelê ku wekî gel jî nayê hesibandin, şoreşa demokratîk a gel pêk anî. Li Kobanê binêrin hûn ê fêm bikin ku em dixwazin çi bibêjin.” Kurkçu destnîşan kir ku li Kobanê jin û ciwan şer dikin û gotina “Mînaka Rojava ji bo Tirkiyeyê mînakeke bêhempa ye” kir. Kurkçû yê ku îfadeyên “Mînaka Parîsê 70 rojan berdewam kir lê mirovahiyê mînaka Parîse bi sedsalan xetim kir, ji ber vê yekê dê li Kobanê tiştên ku bên xetimkirin gelek in” bi kar anî wiha axivî: “Em tecrubeyên Azadiya Kurdistanê ji bo xwe milk û pêşerojê dibînin. HDK tiştekî ku mînakê wî yê din nîn e ye. Tevahiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Têkoşîna Şoreşger a Tirkiyeyê ye.”
Kurkçu got ku ew mecbûr in mafên hemû beşên civakê biparêzin û yekîtiya têkoşîna Elewiyan û ya Kurdan wê siyaseta 80 salan a “parçe bike û rêve bibe” têk bibe. Kurkçu yê ku got “em di heman demê de deyndarê gelê cihanê ne jî” di berdewama axaftina xwe de nirwandina “em ê li her derê li dijî emperyalîzmê mafên gelan biparêzin” kir. Kurkçu diyar kir ku hedefên ku li Îmraliyê sermuzakerevan daniye hedefên gel in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em mecbûr in aştiyeke civakî ya ku êdî tu kes jiyana xwe ji dest nede, îsyan neke qezenc bikin.” Kurkçu êrîşên li dijî wan ên piştî çalakiyên 6/8’ê Cotmehê pêk hat wekî “êrîşê havane” bi nav kir û got ku wan di 1’ê Mijdarê de bersiv dane van êrîşan. Kurkçu axaftina xwe bi Kurdî bi gotina “serkeftin hevalno” bi dawî kir.
TUNCEL: LÊBORÎN WISA NABE QANÛNA WÊ DERXİN
Piştre Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel axivî û got ku ji bo serkeftinê divê amade bin û bal kişand li ser qetilkirina Seyîd Riza û wiha berdewam kir: “Ew ji bo gelê xwe rabûbû ser piyan. Yên ew darvekirin niha poşman in. Silav ji Seyîd Riza û rêhevalên wî re.” Tuncel bûyera Seyîd Riza û gotinên Şêx Saîd ê “Xwe ji bo fedakirina gelê xwe nepoşman im, bes bila neviyên min li dijî dijmin min nedin fedikirin” bi bîr xist û nirxandina “ neviyên wî tu caran ew nedan fedîkirin îro li Kobanê li ber xwe didin” kir. Tuncel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelo hûn di ferqê de ne Tirkiye bû welatê mirinan. Jin dimirin, karker dimirin. Wî welatê ku bûye welatê mirinan, kirina welatê jiyanê peywira me ye.” Tuncel li hemberî gotinên CHP û AKP’ê yên “ji bo Dêrsimê lêborîn pêwîst be em ê bixwazin” nerazîbûn nîşan da û nirxandina “bi vî rengî lêborîn nayê xwestin, hûnê qanûnê derxînin û pêwîstî çibe dê bê cih” kir. Tuncel çêkirina Qesra Spî ya Serokomar Tayîp Erdogan bi gotina “bi çêkirina Qesra Spî dixwaze îhtişana îxtidara xwe bibîne” rexne kir û got ku Erdogan Tirkiye kiriye welatê şer.
REXNEDENA XWE DA
Tuncel di berdewama axaftina xwe de got ku AKP ji ber ku ji HDP’ê ditirse êrîş dike. Tuncel destnîşan kir ku gel dixwaze bê îxtidarê û ev yek bi berxwedana Geziyê û çalakiyên ji bo Kobanê hatine lidarxistin de dîtine. Tuncel wiha axivî: “Me got em ê li her derê xwe rêxistin bikin, meclîsan ava bikin, îktidara gel pê bixin l ême pêwistiyên van bi cih neanî. Rexnedana vê yekê herî zêde ya min e.” Tuncel destnîşan kir ku berpirsyariya ku îdiayên xwe bi cih bînin didome û wiha got: “Yên ku ji gel re dibêjin em ê we xilas bikin gel dixapînin. Em dibêjen ku bi rêxistinkirina gel, bila gel me xilas bike.” Tuncel bal kişand li ser nîqaşên ku dê di cıvata giştî de bên kirin jî û axaftina xwe bi gotina “niha dema me ye, niha em ê bi ser kevin” bi dawî kir.