Hebîbûlah Gulperîpûr tê darvekirin

Hebîbûlah Gulperîpûr tê darvekirin

Li gorî agahiyên ku ji Urmiyeyê hatine girtin, rêveberên Girtîgeha Urmiyeyê girtiyê siyasî ê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr birine beşa qerentîna yê darvekirinê. Hate ragihandin ku, îhtimalek mezin serê sibehê zû Gulperîpûr dê ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve tê darvekirin.

Hate ragihandin ku, dayîka Gulperîpûr ji bo rawestandina darvekirinê banga alîkariyê li hemû derdoran kir.

Girtiyê siyasî ê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr Îlona 2009’an de bi îdiaya endamê PJAK’ê ye ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Her wiha Dadgeha Bilind a rejimê jî ceza erê kiribû.