HDP'yiyan li ser faşîzma Erdogan bi Serokê PE re hevdîtin kirin
Faşîzma AKP/Qesrê di rojeva Parlamenta Ewropayê de ye. Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) bi protokola hikûmetê pêşwaziya parlamenterên HDP'ê kir.
Faşîzma AKP/Qesrê di rojeva Parlamenta Ewropayê de ye. Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) bi protokola hikûmetê pêşwaziya parlamenterên HDP'ê kir.
Heyeta HDP'ê li Parlamenta Ewropayê di asta herî bilind de hevdîtin kir û pêkanînên dîktatorî yên Tayyîp Erdogan xist rojevê.
Parlamenterên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû duh li Parlamenta Ewropayê di asta herî bilind de hevdîtin kirin.
HDP'yî bi Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz re rûnişitn û qala rewşa li Tirkiyeyê û qirkirina siyasî a li dijî HDP'ê kirin.
Schûlz bi protokola hikûmetê pêşwaziya HDP'yiyan kir û di hevdîtinê de diyar kir, Erdogan hewl dide têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re bibire, ku li gelemperiya cîhanê têkiliya Tirkiyeyê tenê bi Yekîtiya Ewropayê re ma ye.
Heyeta HDP'ê jî bal kişandin ser têkoşîna hevpar a h3ezên demokrasiyê.
Heyetê beriya niha bi Serokê Koma Sosyalîst ê Parlamenta Ewropayê, Parlamenterê Îtalyayê Gîannî Pîttella re jî hevdîtin kiribû.
Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP'ê bi daxuyaniyên xwe xweranegirtina li danûstandinên HDP'yiyan ên li Parlamenta Ewropayê nîşan da bûn.
Hevdîtinên heyeta HDP'ê wê di rojên pêş de jî dewam bikin.