HDP'yî amade ne: Ewlehî sibe wê were bicihanîn

Li Çewlikê HDP'yî ji hilbijartinê re amade ne. Komîsyona Hiqûqê wê çalak be. Li Amedê jî ji bo ewlehiya hilbijartinê û sindoqê xebat temam bûn.

ÇEWLIK

Sibe li navenda Çewlikê li 223 sindoqan 72 hezar deng û li navçeyên wê jî li 122 sindoqan nêzî 35 hezar hilbijêr wê dengê xwe bidin.

Her wiha li bajarokan jî nêzî 6 hezar hilbijêr wê biçin ser sindoqan û deng bidin.

Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Çewlikê xebatên hilbijartinê temam kirin. Maseya krîzê hate avakirin, ji bo hemû sindoqan peywirdar hatin diayrkirin, Komîyona Hiqûqê ya ku wê ji parêzeran jî pêk were sibe çalak be.

AMED

HDP, ji bo li Amedê 3 hezar û 624 sindoqan biparêze, 6 hezar kes peywirdar kir. Dîsa du maseyên krîzê û li tevahiya bajar 120 parêzer peywirdar kir. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya Amedê têkildarî hilbijartina 31'e Adarê û parastina sindoqan li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Rêveberê HDP'ê Mustafa Akengin, diyar kir ku hilbijêrên kurd di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û bersîvê bidin polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Em ji bo pêşeroja xwe biçin ser sindoqan. Em li dijî hemû êrîşan bibin bersîv. Em bibin bersîva nêzîkatiya li dijî gelê Kurd. Bila her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bavêjin sindoqan. Piştre ji bila heta dawî li sindoqan xwedî derkevin. 

6 HEZAR KES PEYIRDAR KIRIN

Akengîn, anî ziman ku li Amedê li Hezar û 194 dibistanan 3 hezar û 624 sindoq hatine avakirin û wiha got: “Li Amedê 17 hezar û 857 hilbijêr cihê wan hat guhertin. Hezar û 656 hilbijêr qeyda wan hat rawestandin. HDP'ê li tevahiya Bajar 6 hezar kes li ser sindoqan peywirdar kiriye. Komîsyona hiquqê bi Baroya Amedê re xebatê dimeşîne. Dê li her navçeyê parêzerên me hebin. Dievê li belgeya 142'an baldar bin. Divê Serokê Lijneya Sindoqê vê belgeyê bistine. Divê tedbirê vê yekê bistînin. 

Endamê komîsyona hiqûqê Mehmet Oner jî anî ziman ku 120 parêzer dê peywirdar bin. Oner, anî ziman ku ji bo sindoqan biparêzin û vîna gel di sindoqan de xuya bibe dê sibê li ser kar bin û bi dildarî xebatê bikin û wiha got: "li tevahiya bajar 120 parêzer hatine peywirdarkirin. Yek jê li avahiya HDP'ê ya Amedê û yek jî li Baroya Amedê 2 maseyên krîzê wê sibê bên avakirin.

ERDÎŞ

Li Erdîşê ji niha ve bi hezaran kes pîrozahiyê dikin.

Li Erdîşê ku nifûsa wê 200 hezar e, 100 hezar hilbijêr hene. Xebatên hilbijartinê ya namzetên HDP'ê tim bi rengê mîtîngan bihurîn. Gelê Erdîşê ji niha ve teqez dike ku HDP li Erdîşê bi ser ketiye û dest bi pîrozbahiyan kir. Girseya ku li ber bûroya hilbijartinê komî ser hev bû, govend gerand.