HDP xebatên hilbijartinê ji Îzmîr û Mêrsînê dide destpêkirin

HDP’ê sibê li Îzmîr, Mêrsîn û Tarsûsê dest bi xebatên hilbijartinê dike.

HDP’ê sibê (19’ê Nîsanê) bi Hevserok Pervîn Bûldan re li Îzmîrê û bi Hevseroka Sezaî Temellî re li Mêrsînê dest bi xebatên hilbijartinê dike.

ÎZMÎR

Heyeta ku ji Alîkarê Hevserokatiya Giştî Garo Paylan, endamên Lijneya Rêveber a Navendî Zeynep Boga û Aysel Guzel, endama Meclîsa Partiyê Serpîl Kemalbay, parlementer Ertûgrûl Kurkçu, Muslum Dogan, Huda Kaya û endamên Meclîsa Jinan pêk tê ew ê sibê li Îzmîrê xebata hilbijartinê bikin.

HDP’ê têkildarî bernameya Îzmîrê ev agahî da:

“Saet 11: Hevdîtina li Hevserokatiya Bajêr

Saet 12: Hevdîtina bi saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî (Cih: Eywana Marmarayê ya TMMOB’a Tepekûleyê)

Saet 16: Têkildarî derbasoka tup û projeya talanê daxuyaniya çapemeniyê (Cih: Stargeha Masîvanên Bostanli ya Karşiyakayê)

Saet 17:30: Hevdîtina bi gel re (Cih: Qada Fûara Îzmîrê ya Kultur Parkê)”

MÊRSÎN

Heyeta ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî tê de tevî endamên Lijneya Rêveberiyê ya Navendî Îlknûr Bîngol, Wekîla Serokatiya Komê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Jinan wê li Mêrsînê bigerin. Bernameya li Mêrsînê wisa ye:

“Saet 7: Hevdîtina bi karker û esnafên hala mêweyan

Saet 12: Hevdîtina bi gel (Cih: Şîrîn Muzîkhol)

Saet 16: Hevdîtina bi karkerên ku li Şaredariya Akdenîzê derbasî kadroyê nebûne û hatine avêtin (Cih: Eywana Şaxa Genel-Îşê)

Saet 18: Hevdîtina bi saziyên civakî yên sivîl û komeleyên herêmê (Cih: Şîrîn Park Otel)”

TARSÛS

Bernameya Berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dirayet Taşdemîr û Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Mîr Mehmet Firat a li Tarsûsê wisa ye:

“Saet 11: Hevdîtina bi karker û esnafên hala mêweyan

Saet 14:30:  Civîna Gel (Taxa Şakîrpaşa)

Saet 17: Civîna bi saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên kedê û saziyên cihê (Cih: Şaxa Egîtîm-Senê ya liTarsûsê)”