HDP wê li dijî tecrîda li ser Ocalan bimeşe
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay aşkere kir 15'ê Sibatê wê li sê bajaran bi dirûşma ''Bes e ji Tecrîdê re, Ji bo Jiyanê Dad'' wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşe.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay aşkere kir 15'ê Sibatê wê li sê bajaran bi dirûşma ''Bes e ji Tecrîdê re, Ji bo Jiyanê Dad'' wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşe.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li navenad giştî ya partiya xwe derheqê kampanyaya 'Ji bo her kesî dad'' agahî da. Gunay got li her devera Kurdistanê û Tirkiyê zext û zordarî û pêkutî heye û diyar kir bi bernameya têkoşînê ew ê hewl bidin heq ji vê derkevin û qada siyaseta demokratîk berfireh bikin.
Gunay behsa kampanyaya ''Em hemû bi hev re'' ya par kir ku Hezîranê dest pê kiribû û got, ''Ji Colmergê heta bi Edîrne, ji Izmîrê heta bi Wanê, Mêsînê, Amedê jin û ciwanan, dilxwazên demokrasî, wekhevî û azadiyê her kesî deng daye vê. Bi vê me careke dî nîşan da ku partiya me rojevê diyar dike.''
Gunay li ser ''Deklarasyona Aştiyê'' ya 1'ê Îlona bihurî jî got, ''Îlonê heta Sibata niha me lingek ji Bernameya Têkoşîna Demokratîk ragihandibû. Di mehên bihurî de ji jinan heta bi ciwanan, ekolojîstan, kedkaran, her kesî li dijî şer got, 'aştî' û li dijî desthialta zordar ''Em bi hev re'' têkoşiyan.
Gunay got li dijî bêdadiya giran ku desthilatê li hemû qadên jiyanê daniye, bi teşhîrkirina vê ji bo ku jiyana nû li hemû deveran ava bikin, bi dirûşma ''Ji Bo Her Kesî Dad'' kampanya dane destpêkirin.
Gunay bal kişande ser polîtîkaya AKP-MHP'ê û got, ''Li gorî vê desthilatê hemû muxalîfên vê desthilatê yan terorîst an jî dijmin in. Hiqûqa dijminatiyê herî zêde li ser girtîgehan tê kirin. Tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Ocalan îro di hemû girtîgehan geriyaye. Îro li girtîgehan ser girtiyan tazî dikin û wiha ser wan seh dikin, bi kêfî ceza didin, înfazên girtiyan dişewitînin, cotkelepçeyê li wan didin, nahêlin ku girtî ji mafê tendiristiyê sûd werbigirin. Û îro li dijî van kirinên ne dadmend berxwedana grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 75'an de ye.''
Gunay bi domdarî got, ''Bêdadî di her deverê geriyaye. Li vî welatî her gav her kes dikare were destgîrkirin, girtin'' û diyar kir,''Tam di vê rewşê de em dibêjin, ''Êdî Bes e'', û li her deverê, dirûşma ''Ji bo her kesî dad'' dibêjin.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wiha got:
''Pêvajoya berdest pêvajoyeke giran ek u li ser dubendiyan hatiye avakirin. Îro bi lezgînî hewceyî bi lihevkirina civakÎ heye. Zirxê bivenevê yê vê lihevkirina civakî dad e. Şertê pêşî yê pêkanîna vê hawîrdoreke demokratîk e. Atmosfereke demokratîk û aştîgir, bi vê mirov dikare dev ji çanda pevketinê biqere. Encex wiha dada civakî dikare geş bibe.
Divê em ji dadê re rê vekin. Hewldan û derdê me ew e ku em ji dadê re cih vekin. Hemû meseleya me ev e.''
Gunay derheqê naveroka kampanyayê got, ''Ji bo deng bidin dadê 15'ê Sibatê bi dirûşmeya 'Bes e ji Tecrîdê re, Ji bo Jiyanê Dad'' li sê baaran di salvgera komploya navnetewî de ji bo ku tecrîd were şermezarkirin em ê meşên girseyî bikin.
Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirnia mafan a li girtîgehan li ber girtîgehan em ê protestoyan bikn, daxuyaniyan bidin, çalakiyan bikin.''
Gunay her wiha diyar kir bi çarçoaweya kampanyayê ji bo bi mijara hejarî û bêkariyê wê meşên herêmî yên girseyî werin kirin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz, milîtarîst, bi dijminatiya jinê çalakiyan bikin, li dijî êrîşên li ser Kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê çalakiyan bikin, ji bo girtiyên ku dema wan qediyayî lê nehatine berdan, ji bo yên ku mafê wan ê serbestiyan bikontrol nadin, înfazên wan hatine şewaitandin, ji bo daxwazên dadê yên berxwedêrên grêav birçîbûnê li Meclîsê çalakiyan bikin
Gunay her wiha got, ''Em ê vebêjin bê ka çawa pergala tecrîdê ya girankirî çawa hewl didin ku li tevahiya welêt berbelav bikin, em ê nîşan bidin polîtîkayên şer ên dijî Kurd çawa ziyanê dide tevahiya welêt.''
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser biryara DMME'yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş got ew ê ji bo ku biryar bi cih bibe çalakiyên curebecur bikin.
Gunay her wiha diyar kir 8'ê Adarê, 21'ê Adarê, 1'ê Gulanê ew ê bernameyên wan ên berfireh hebin. Bernameyên berfireh ên çand û hunerî wê werin organîzekirin.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay herî dawî serdana CPT'yê ya 15 rojan a li Tirkiyê bi bîr xist, ji bo ku CPT'yê serdana Imraliyê nekiriye helwest nîşan da û got, ''Beriya bi salekê CTP'yê raporek weşand, di vê raporê de got li vir tecrîd heye û ev bûye êşkence. CPT ji bo ku serdana Imraliyê nekiriye ev mijara rexneyê ye, serdana girtîgeha ku êşkence lê heye ji bo me girîng e. A girîng ew e ku CPT'yê serdana Imraliyê bikira ji ber ku kana hemû nehiqûqiyên li Tirkiyê ji Imraliyê dest pê dike. Li ser vê mijarê hin hewldanên me yên dîplomatîk çêbûn û ji niha û pê de jî em ê bidomînin.''