HDP wê li 27 deveran Newrozê pîroz bike û 9 mîtîngan pêk bîne

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên ku Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî beşdar bibin hate eşkerekirin. Li gorî vê yekê, Newroz wê li 27 deveran bê pîroz kirin û li 9 bajaran jî mîtîng pêk were.

Bernameya HDP'ê ya ji bo Newrozê eşkere bû. HDP wê 21'ê Adarê li Aydin, Bodrûm, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyat, Êlih, Tetwan, Dep, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mersîn, Manîsa, Cîhanbeylî, Bûrsa, Hatay, Agirî, Silopiyayê, 24'ê Adarê jî li Stenbol û Datçayê Cejna Newrozê pîroz bike.

Pîrozbahiya li Amed û Stenbolê wê bi beşdariya Bûldan, a li Wanê jî bi beşdariya Temellî pêk were.

Mîtîngên fînalê yên HDP'ê jî wê li Çewlik, Wan, Mûş, Agirî, Colemêrg, Amed, Îdir, Şirnex û Depê pêk werin.

Dem û cihê mîtîngên fînalê:

25'ê Adarê roja Duşemê - Çewlik - Pervîn Bûldan

27'ê Adarê roja Çarşemê - Wan - Berdan Ozturk

27'ê Adarê roja Çarşemê - Mûş - Pervîn Bûldan

28'ê Adarê roja Pêncşemê - Agirî - Pervîn Bûldan

29'ê Adarê roja Înê - Colemêrg -

29'ê Adarê roja Înê - Amed - Sezaî Temellî

29'ê Adarê roja Înê - Îdir - Pervîn Bûldan-Berdan Ozturk

30'ê Adarê roja Şemiyê - Şirnex - Sezaî Temellî

30'ê Adarê roja Şemiyê - Dep - Kemal Bulbul