Roja çaremîn a Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê, ku ji bo parlamenterên girtî yên HDP'ê li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn daye destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê qediya.
Di dema dayina daxuyaniyê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenter Nîmetûllah Erdogmûş, Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Celal Dogan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, rêveberên bajêr, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Enqereyê û gelek hiqûqnas li qada çalakiyê bûn.
'EV 309 ROJ IN DÎL GIRTÎ NE'
Baydemîr bi bîr xist, ku lêkolînkirina rewşa girtî ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji meha Hezîranê û vir ve nehateiy kirin û got, "Parlamenterên sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê li girtîgehê ne. Bi giştî 11 parlamenter li girtîgehê ne. Rakirina destnedanê ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nîne. Li gel vê yekê, kirina darizandinê bi rengekî girtî, bi tena serê xwe sûcê li dijî destûra bingehîn e, binpêkirina destûra bingehîn e."
Baydemîr anî ziman, li gel girtinê betalkirina parlamenteriya hevseroka wan Fîgen Yuksekdag, ji ber neeşkerekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn e û got, "Ev xemsarî û derengxistin rê li ber pirsgirêkên ku telafiya wan nepêkan e, vedike. Pêkanîna girtinê, tiştekî îstîsna ye. Gelo çawa dibe ku lîderê partiyeke siyasî ev 309 roj in dîl girtî ye. Ya ku divê were kirin, berdan e."
'BI RÊYA TÊKOŞÎNÊ WÊ FAŞÎZM BÊ QELSKIRIN'
Baydemîr di dewama axaftina xwe de got, "Heta ku hevserokên me, parlamenterên me azad bibin wê têkoşîna me bidome. Heta ku Rewşa Awarte bê rakirin, çek bên bêdengkirin em ê hewldanên xwe yên aştî û edaletê bidomînin. Ji niha û pê ve her roja Pêncşemê em ê li vir bin. Di heman demê de em ê bi mîtîng, sempozyûm, şahî û civînên gel vê têkoşîna xwe xurtir bikin. Di dawiya dawî de wê maf bi cih bê, rastî wê derkeve holê, faşîzm wê qels bibe û demokrasî wê li ser vê erdnîgariyê şîn bibe."
Baydemîr di dawiya axaftina xwe de nameya Demîrtaş a ji bo hezar kesên ji beşên cuda yên civakê nivîsandî, xwend.
'PÊWÎSTIYA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN JÎ WÊ BI EDALETÊ HEBE'
Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Celal Dogan jî wiha axivî: "Ji bo em bang li rayedarên Dadgeha Destûra Bingehîn bikin em tên vê derê. Li welatê me bi hezaran dadger ji pîşeyê xwe hatin avêtin, ya jî li girtîgehê ne. Ji ber ku ew li gorî edaletê tevnedigeriyan, li gorî îdeolojîk, nêrîn û kesan tevdigeriyan. Hin ji kesên li wê avahiyê, li ser wan kursiyan rûdiniştin niha li girtîgehê ne. Lewma bîat bi kêrî tiştekî nayê. Ji hevalên li vê avahiyê wezîfeyê dikinr e dibêjim; ti nirxên ku hûn bîatê jê re dikin, ji edaletê bilindtir nîne. Yên niha li girtîgehê ne û bîat ji edaletê re nekirine, edalet lazim e. Banga min ew e ku çi zû çi jî dereng bîatê ji edaletê re bikin. Edalet wê ji mirovên li vê avahiyê ne lazim bibe."
Piştî daxuyaniyê, endamên HDP'ê ji ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn çûn.