HDP: Wê AKP bi hêza polîs hilbijartinan manîpule bike

Parlamenterê HDP’ê Zozanî, li ser nûçeyên ku tê gotin, ji ber hilbijartinan ji bo Bakurê Kurdistan û bajarên Kurd lê dijîn wê 20 hezar polîs bên wezîfedarkirin, nerazîbûn nîşan da, got ku ev pêkanîn li hember hilbijêrên Kurd zext û tehdîd e.

Parlamenterê HDP’ê Zozanî, ji ber hilbijartinan ji bo Bakurê Kurdistan û bajarên Kurd lê dijîn wê 20 hezar polîs bên wezîfedarkirin, nerazîbûn nîşan da, got ku ev pêkanîn li hember hilbijêrên Kurd zext û tehdîd e. Zozanî diyar kir ku AKP ji bo serketina xwe dixwaze hilbijartinan bi hêza polîs manîpule bike û ev pirs ji hikûmetê kir, "Çi ferqa wezîfedarkirina di vê hilbijartinê de ji yên din heye, wê çi çêbibe?”

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, li ser nûçeyên ku tê gotin, li Bakurê Kurdistan û bajarên weke Mersîn û Edeneyê ku gelek Kurd li wan deveran dijîn di pêvajoya hilbijartinan de wê 20 hezar polîs bi erka taybet bên şandin, peşniyarpirsek da Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk.

Zozanî got ku eger bajarên di giştînameyê de bi vî awayî be, dide xuyakirin ku ev wezîfedarkirin li hember Kurdan û taybet li deverên ku partiya me HDP lê bihêz e amadekariyeke zextan e.