HDP û DBP'ê ji bo merasîma cenazeyê Ozdel banga beşdariya girseyî kirin
HDP û DBP'ê ji bo merasîma cenazeyê Ozdel banga beşdariya girseyî kirin
HDP û DBP'ê ji bo merasîma cenazeyê Ozdel banga beşdariya girseyî kirin
Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Geverê, ji bo merasîma cenazeyê Rojhat Ozdel ê duh ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, banga beşdariyeke girseyî kir.
Cenazeyê Rojhat Ozdel ê ku duh li taxa Esentepe ya navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletî ber bi Geverê ve derxistin rê. Têkildarî cenazeyê ku tê payîn piştî nîvro bigihêje navçeyê li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna ji aliyê DBP û HDP'ê ve hate lidarxisitn de Hevserokê Rêxistina HDP'ê Ferman Oztunç axivî û diyar kir ku cenaze wê di derdora seat 15.00'an de li ser pira Şakîtan bi girseyî pêşwazî bikin û pişt re dê bînin Mizgefta Esentepe. Oztunç bang li hemû gel kir ku xwedî li cenaze derbikevin û piştî nimêja cenaze wê ber bi Goristana Bajêrge ve bimeşin.
Oztunç têkildarî bûyerên di rojên dawî de li Geverê rû dan jî axivî û anî ziman ku helwesta provokasyonê ya polîsan berdewam dike û got: "Ez bang li Serokkomar û Serokwezîr dikim. Eger tu nikarî bi polîs û qeymeqamên xwe divê tu hinek bifirkirî. Hûn nûnertiya çi dikin? Qetilkirina zarokekî 17 salî çareserî nîn e. Ev mirovahî ye?"
Li navçeyê tedbîrên gelek awarte hatine girtin û polîsan bi wesayîtên zirxî avahiya edliyeyê dorpêçkirin e. Hate hînbûn ku ji navçeyê re sewqiyata polîsan hatiye kirin.
Hate ragihandin ku hejmara kesên duh di bûyeran de hatin binçavkirin derket 10 kesan. Malbatên kesên hatin binçavkirin li ber edliyeyê sekna xwe didomînin.