HDP: Tevî her tiştî jî gelê Kurd li ser piyan e!

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya salvegera êrîşên qirker daxuyaniyek da û got, "Bi her rê û rêbazan hovîtî hate kirin, lê dîsa jî gelê Kurd li ser piyan ma."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi wesîleya salvegera êrîşên qirkirinê yên sala 2015'an, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji 16'ê Tebaxa 2015'an û pê ve dor li 11 bajar û 49 navçeyan hate girtin û vê yekê rê li ber têkçûneek giran a însanî û civakî vekir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bêhiqûqiya hate kirin û binpêkirina mafên mirovan bi raporên Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê-Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek saziyên navneteweyî hatin piştrastkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dorpêçiya ku ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê hate kirin, ji bo bigihêje armanca xwe hemû rê û rêbazên hovîtiyê hatin bikaranîn.

Bi mehan bi çekên giran gule û bombe li bajaran hatin barandin, tenê li Cizîrê 292 mirov hatin kuştin ku jin û zarok jî di nav de hebûn. Bi rêya avahiyên TOKÎ, herêmên hatin hilweşandin veguherandin qadeke mezin a ranta înşaetê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tenê li navçeya Sûrê di çarçoveya stratejiyên endezyariya etnîkî û civakî de zêdeyî sê sed avahiyên dîrokî hatin hilweşandin û hewl hate dayin ku dîrok û bîra civakê ji holê bên rakirin.

HDP'ê diyar kir, li gel hemû hewldanên hilweşandin, teslîmgirtin, tepisandin û bêdengkirinê jî gelê Kurd îro li ser piyan e û berxwedana xwe ya bi rûmet didomîne.

Di dawiya daxuyaniya HDP'ê de berxwedêr hatin bibîranîn û hate gotin, "Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Çekvar Çûbûk, Rozerîn Çûkûr û bi sedan lehengên bê nav ên wê wextê bi gelê xwe re li ber xwe dan, em bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber b^rnanîna wan ditewînin. Em ê wan ji bîr nekin, em ê nehêlin ku bên jibîrkirin."