HDP: Serê malbata Moosa, gelê Kurd û Efrîqaya Başûr sax be

Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê ji bo Essa Moosa peyama sersaxiyê weşand û diyarkir ku ew ê her tin Moosa wekî dost û birayekê bi bîr bînin.

Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê ji bo parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa ku jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.

HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi mirina bira û dostê xwe Essa Moosa xemgîn in û wiha got; “Me bi xemgineyek mezin wefata parêzerê Nelson Mandela û têkoşerê li dijî bindestî û nijatperastiya li Komara Afrîkaya Başûr Essa Moosa bihîst. Moosa ne tenê ji bo gelê xwe têkoşîn da meşandin. Essa Moosa yek ji mînakên piştevaniya navneteweyî ye û dostê gelê Kurd û hêzên demokrasî û aştiyê yên li Tirkiyeyê bû. Em ê Essa Moosa her tim wekî bira û dostekê bibîrbînin. Em ji malbat, hevalên wî yên têkoşînê, gelê Komara Afrîkaya Başûr û gelê Tirkiyeyê re sersaxî dixwazin.”