HDP: Rojnamevan Oruç li ser sînor terkî mirinê kirin!

Rêxistina HDP’ê ya Bazîdê li ser Rojanamevan Azîz Oruç û hevseroên navçeyê Abdulah Ekelek daxuyaniyek dan.

Di 11'ê Kanûnê de Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û Endamê Meclîsa Şaredariyê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglû li gel Rojnameger Azîz Oruç hatin destgîririn. Piştî Ekelek û Muftuoglu hatin girtin û şandin girtîgehê. Lê lêpirsina Rojnamger Azîz Oruç berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bazîdê, têkildarî destgîrkirin û girtina Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û Îkram Muftuoglu ku li gel Rojnameger Azîz Oruç hatin destgîrkirin û piştre hatin girtin, daxuyanî dan çapemeniyê.

Rêxistina HDP'ê li avahiya navçeyê daxuyanî da. Rêveberê HDP'ê Îsmet Demîr, daxuyanî da. Demîr, diyar kir ku Azîz Oruç rojnamger e û wiha got: "Li gel ku pir eşkere tê zanîn Oruç rojnameger e jî dîsa medya desthildanê bi zanebûn wekî “terorist” pênase dike. Nêzîkatiyên dij mirovan li dijî Rojnameger Oruç hatiye kirin. "

‘PIŞTÎ ÎŞKENCE LÊ KIRIN AVÊTIN DERVÊ SÎNOR'

Demîr, anî ziman ku dewleta Îranê piştî bi awayekî dijmirovî êşkence lê kirine, ew avêtine dervê sînor û terkî mirinê kirine. Dewleta Îranê li pişt têlên sînor avêtin erdekî vala û terkî mirinê kirin. Oruç bi şiklekî xwe gîhand parlamenter û alîkarî jê xwestiye. Li ser daxwaza alîkariyê wekîla me jî Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ku nêzî sînor e xwestiye biçin Aziz Oruç bînin û alîkariyê bidin wî. Ekelek, çûye ew ji nêzî navçeyê bi piyên tazî ku hindik maye ji serma biqefile hilgirtiye û alîkarî daye wî. Roja din Azîz Oruç ji bo biçe mala xwe û li taxsiyê suyar bibe, li gel hevserokê Navçeyê Elek li ser kolanê rawestiya ne. Oruç, bi awayekî ji nişka ve rastî serdegirtinê hatine û ew li erdê dirêj kirine. Piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirine û binçav kirine."

Demîr, da zanîn ku piştî Oruç, Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglu hatin destgîrkirin destûr nedan ku malbat û parêzerên wan bi wan re hevdîtin bikin. Demîr, destnîşan kir ku piştî Wezareta Karên Hundir û medya hawiz nuçe serwîs kirin, li dijî partiya wan kampanya lîncê hatiye destpêkirin û ev jî perçeyê komkujiya siyasî ye. Demîr, da zanin ku dozger û heyeta dadgehê jî li gorî vê nêzîkatiyê biryara girtina wan daye. Hevserokê Partiya me Ekelek û Muftuoglu girtine û şandinge girtîgehê."

Demîr herî dawî anî ziman ku Ekelek û Muftuoglu bi îdîayên li dijî aqilan hatine girtin û xwest Ekelek û Muftuoglu bi lez serbest bên berdan.