HDP: Piştî destgîrkirinê divê em hê zêdetir xwedî li sindoqan derbikevin
HDP’ê destgîrkirina erdarên sindoqan ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Stebolê de protesto kirin, banga hê zêdetir divê xwedî li sindoqan derkevin kir.
HDP’ê destgîrkirina erdarên sindoqan ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Stebolê de protesto kirin, banga hê zêdetir divê xwedî li sindoqan derkevin kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê destgîrkirina muşahîdên sindoq û endamên meclîsa şaredariyê ya bi operasyonên qirkirinên siyasî ya li Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li avahiya xwe protesto kirin. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr a di civîna çapemeniyê de axivî.
‘JI TIRSA HDP’Ê DEST BI DESTGÎRKIRINÊ KIRINE’
Demîr bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got: “Ev operasyona dide nîşandan ku bê ka çiqas desthilata AKP-MHP’ê ji HDP’ê ditirse ye. Stratejiya HDP’ê desthilat xistiye nava tengasiyên cidî. Berê jî parlementer û hevserokên me hatibûn destgîrkirin. Niha jî gelek di girtîgehê de ne.”
Demîr bang li gel kir ku dengê xwe bidin. Divê em sibe hê zêdetir biçin ser sindoqan û hê zêdetir bi erka muşahidiyê rabinû kar bikin.
Endama Komîsyona Hiqûqa HDP’ê ya Stenbolê parêzer Arzû Kayaoglû jî axivî û anî ziman ku beşek mezin yên hatine destgîrkirin, hatine derbkirin.
NAVÊN KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN
Navên 65 kesên hatine destgîrkirin wiha ne:
"Umît Bayram, Fatîh Gunduz, Mehmet Şah Akgul, Gokhan Ozer, Recep Kar, Azad Kaplan, Huseyîn Kayra, Ozcan Gokcûr, Kadîr Kaya, Sacît Tûnç, Dînçer Yalin, Mûrat Aranir, Lokman Akinci, Suleyman Demîr, Nûrettîn Abûkan, Mehmet Şîrîn Balos, Ozlem Erbaş, Mîzgîn Akman, Tûrgay Turşak, Sînan Yildiz, Ûmût Çeçen, Serhîldan Taşdemîr, Azat Taşdemîr, Mahsûm Akpinar, Ramazan Tîlbaç, Cemal Kumîcen, Hulya İlbars, Enîs Yîgît, Bariş Pîranoglû, Irfan Kaya, Kenan Beyhan, Mahmût Dogan, Kader Kaya, Yaşan Kaya, Azat Çoban, Kemal Kaplan, Yasîn Bûcû, Abdûlrahman Sonmez, Feryat Arslanlar, Tûrgût Guvener, Mûrat Yaşa, Huseyîn Akinti, Nûrcan Sarica, Çîgdem Sukûtî, Sûzan Ejderha, Zehra Ejderhaî, Kerem Ozgan, Bahar Uluk, Abdûrahman Sonmez, Tayyîp Ozdemîr, Omer Ozdemîr, Mahmût Dogan, Bariş Karataş, Orhan Guncan, Sînan Koparir, Mûhammed Ûral, Mahsûn Akpinar, Mazlûm Yilmaz, Sînan Koparir, Şehmûs Çelîk li gel zarokên bi navên S.B, M.F.Ş, S.G, M.K ve M.V.”
Hate diyarkirin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin hê zêdetirin.